Li Amedê çalakiyên ji bo Kobanê her diçe belav dibe
14:15
Cotmeh
7
/ 2014
JINHA
AMED – Li Amedê çalakiyên bi boneya protestokirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser Kobanê her diçe mezin dibin û berdewam dike.
Li Amedê ji şevêdinê heya niha çalakiyên ji bo pişgiriya berxwedana Kobanê berdewam dikin û her diçe li her derê belav dibe. Nihal i hemû navçeyên nava bajêr çalakiyan despêkirin. Li gelek cihan jî di navber polîs û leşkeran de gengeşe berdewam dike. Welatiyan rêyên navendê girtine û agirê berxwedanê pêxistine. Li çar aliyên bajêr duman bilind dibe.
(zt)
