Hawa Keser hat defin kirin

14:20

JINHA


EDENE – Xwişka Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Hawa Keser a duh serê sibehê jiyana xwe ji dest da li taxa Mîsîsê ya Yuregîrê li goristana malbatê hate definkirin. Abdullah Ocalan di peyama ku şand de diyar kir ku Hewa Keser bi hesreta axa û welatê xwe jiyana xwe winda kiriye. 

Xwiîşka Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Hawa Keser duh serê sibehê li nexweşxaneya ku dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da ji Morga Nexweşxaneya Taybet a Edeneyê hate wergirtin û bi konvoyê birin Goristana Asrî ya Edeneyê. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Emîne Ayna, Parlamenter Ertugrul Kurkçu, Pervîn Buldan û Leyla Zana, endamên PM'ê yên HDP û DBP’ê, parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan ê duh ji Îmraliyê vegeriya û bi hezaran welatî beşdarî merasîma cenazeyê bûn.

Cenazeyê Hewa ji wê anîn mala wê ya li taxa Mîsîsê û ji wê jî bi meşê cenaze birin Goristana Mîsîsê. Dema meşê de posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Hewa Keser hatin hilgirtin û piştî nimêjê, cenaze li goristana malbatê hate definkirin.

Piştî cenaze hate definkirin, Mehmet Ocalan peyama Rêberê PKK’ê Abullah Ocalan xwend.

Mehmet Ocalan diyar kir ku hevdîtina wî ya duh bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re li gorî yên din pir bi zehmetî derbas bûye û rastî lêgerîneke ku berê nedîtina hatine. 

Mehmet Ocalan bilêv kir ku dema agahiya wefata Havva Keser daye Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Abdullah Ocalan ewil hinekî fikiriye û pir xemgîn bûye. Mehmet Ocalan da zanîn ku Abdullah Ocalan piştre ji bo Hawa Keser gotiye ew mecbûr maye jiyana xwe ji dûrî welatê xwe domandiye û vê li ser jiyana wê bandor kiriye. Mehmet Ocalan got ku Abdullah Ocalan ragihandiye ku Hewa heke li welatê xwe jiyana xwe bidomanda dê bêhtir li ser xwe ba û wiha berdewam kir: “Got ku 30-40 sal in jiyana koçberiyê didome û heke Hawa li ser axa xwe ba dikaribû bêhtir bijiya, wê bi hesreta axa xwe jiyana xwe winda kiriye.”

Piştî merasîma cenaze welatî çûn konê sersaxiyê ya li kolana Namik Kemal a taxa Misîsê. 

(zt)