Li Gimgimê polîsan ciwaneke qetil kir

14:32

JINHA


MÛŞ – Li navçeya Gimgimê ya Mûşê polîsan bi guleyan ciwanê kurd ê bi navê Hakan Buksur ê 25 salî qetil kir.

Li navçeya Gimgimê ya Mûşê pevçûnên di navbera gel û polîsan de berdewam dikin û polîs di êrîşê de guleyên rast bikartînin. Polîsan li Kolana Cumhuriyetê li nokteya dermanfiroşan êrîş li girseyê kir û ciwanê bi navê Hakan Buksur qetil kirin. Zarokê bi guleyên ji panzerê hatin avêtin li serî wî ketin û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Welatiyan cenaze rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Gimgimê û li navçeyê pevçûn bi dijwar berdewam dikin.

(zt)