Li Qoserê û Dêrkê pevçûn didome
14:48
JINHA
MÊRDÎN- Bi armanca protesto kirina êrîşa li ser Kobanê ev du rojin li navçeyên Qoser û Dêrikê yên Mêrdînê çalakî didome.
Bi armanca êrîşê DAIŞ'ê ya li ser Kobanê protesto bikin li navçeya Qoserê ev du rojin çalakî didome. Di saetên sibê de, bi nevekirina dikanan ve çalakî despêkir û heya nîvro dewam kir. Li hember protestoya gel bi mudexeleya polîsan ve pevçûn qewimîn. Ser mudexeleyên polîsan gel jî bi kevir, Molotof û fîşekên hewayî bersiv dan. Rêya Îpkê jî, ji tirafîqê re hate girtin. Di nava navçeyê de şer bi dijwarî diqewimi li hinek cîhan polîsan guleyên rast bi karanîne.
DÊRÎK
Li aliyê din,navçeya Dêrîkê jî, ji duh êvarê çalakiya protesto heya sibê dewam kir. Li ser vê yekê çalekvanan molotofa avêtin avahiya HÜDA-PAR'ê a navçeya Dêrikê. Navçe zivirî qada şer.
(rt/zt)
