Li Cizîrê bi deh hezaran têlên sînor radikin
14:59
JINHA
ŞIRNEX – Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi deh hezaran welatiyên ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê şermezar dikin ligel êrîşan telên li sînor û kulubeyên leşkeran radikin.
Li Cizîrê welatiyên ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê li ber avahiya DBP’ê ya navçeyê hatin ba hev û meş li dar xistin. Bi deh hezaran kesên ku li hemû kolanên navçeyê geriyan û ber bi sînor ve meşiyan. Girseya ku her çû zêde bû bi dirûşma “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Kobanê” “Em ji bo şer amade ne” meşiyan. Girse piştre ber bi sînorê Rojava ya herêma Saklanê ve meşiya. Leşkeran barîqat danîn ber deh hezaran lê li ser biryariya welatiyan leşkeran qad terikandin. Piştre girseyê kulubeyên leşkeran û telên sînoran rakirin. Li ser vê polîs û leşker hatin cihê çalakiyê û êrîşî gel kirin. Gel jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan polîs û leşkeran. Di êrîşê de polîsan guleyên rasteqîn bi kar anîn. Girse bi dirûşman hê jî têlên sînor radikin û li bendê ye ku di saetên pêş de daxuyanî bê dayîn.
(zt)
