Li Kobanê ji sê aliyan ve şer dijwar bûn
15:15
JINHA
KOBANÊ– Şer û pevçûnên li Kobanê li 3 taxên bajar bi dijwarî dom dikin. Çeteyên DAIŞ’ê bi hemû hêza xwe û çekên giran êrîş dikin, şervanên YGP/YPJ’ê jî berxwedana dîrokî didomînin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihana ANHA’yê ji herêmê ragihandine, êrîşên çeteyan ên li ser Kobanê dom dikin. Nûçegihan destnîşan kir ku pevçûn taxa Mektelê ya başûrê rojhilatê bajar û dikeve qontara girê Miştenûrê, kolana 48’an a li başûrê bajar û taxa Kaniya Kurdan a li rojhilatê bajar dijwar bûne.
Çeteyên DAIŞ’ê bi hemû hêza xwe û tangan êrîş dikin. Şervanên YPG/YPJ jî li hemberî êrîşan berxwedaneke bêhempa nîşan didin û derbeyan li çeteyan dixin.
(zt)
