Cenazeyê şervana YPJ'ê Sûzan li Pirsûsê hat veşartin

15:27

JINHA


RIHA - Şervana YPJ'ê Sûzan Hemedî (Zozan Ayhan) a di şerê li Kobanê de birîndar bû û li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê jiyana xwe ji dest da, li gundê Elîzêr ê Pirsûsê hat veşartin.


Şervana YPJ'ê Sûzan Hemedî bi nasnav Zozan Ayhan a di berxwedana li dijî DAIŞ'ê de li Kobanê birîndar bû, duh li Nexweşxaneya Dewletê ya li Pirsûsê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Sûzan ya bi xwe ji Kobanê ye  îro danê sibê hat defirn kirin. Cenaze ji aliyê bi sedan kesî ve din av de nûnerên DBP, MEYA-DER jî hebûn ve ji morga nexweşxaneyê hat wergirtin. Girseya gel heta goristana gund meşiyan di meşê de alên YPG/ YPJ'ê vekirin. Di dema meşê de dirûşmên girseya gel "Bijî Berxwedana Kobanê", "Şehîd Namirin" qîriya.


Cenazeyê Sûzan yê birin gundê Elîzêrê, bi merasîmekê li goristana gund hat veşartin. Di merasîma cenaze de malbata Sûzan jî amadebûn.


(zt)