Li Hewlêr çalakiya piştevaniya berxwedana Kobanê berdewam dike
15:40
JINHA
HEWLÊR - Çalakiya dûh bi şev ya li pêşiya parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê hê jî dewam dike. Gelek welatiyên bakur, rojavayê Kurdistan û başûrê Kurdistanê tevlî çalakiya piştgiriya ji bo Kobanê bûn.
Çalakvanan bang li parlamentoya herêma başûrê Kurdistanê kirin ku bêdengiya xwe ya li hember çeteyên DAIŞ xira bike û ji demek ya din zûtir alîkariyê bidin Kobanê. Çalakvanan dan diyar kirin ku ger Kobanê bikeve wê Hewlêr û deverên din yên Kurdan jî bikevin. Herwiha çalakvanan bang li gelê başûrê Kurdistan û partiyên siyasî jî kirin ku alîkariyê bişînin ji Kobanê re û di pratîkê de gav bavêjin. Çalakvan bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Kobanê” û “bijî yekitiya Kurd” di qêrin.
Li gorî agahiyên hatine standin çalakvanan dane diyarkirin ku heya parlamento bêdengiya xwe neşkêne ewê çalakiya xwe berdewam bikin. Çalakvan hê jî li pêşiya parlamentoya başûrê Kurdistanê rûniştine û çalakiya xwe berdewam dikin.
(zt)

