Li Miştenûrê tangek çeteyan hate rûxandin
15:56
Cotmeh
7
/ 2014
JINHA
KOBANÊ – Di şer û pevçûnên ku Kobanê berdewam dikin de, şervanên YPG/YPJ’ê tangek çeteyên DAIŞ’ê îmka kirin.
Nûçegihana ANHA’yê ku li herêmê pevçûnan dişopîne, ragihand ku şer û pevçûnên di navbera YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de li başûr û rojhilat bi dijwarî didomin. Nûçegihan destnîşan kir ku di saetên piştî nîvro de li aliyê girê Miştenûrê şervanên YPG’ê derbeyên giran li çeteyan xistine û tangek wan rûxandiye.
(zt)
