YPG:Berxwedana Kobanê li hersê eniyan didome

15:59

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê encama şer û pevçûnên 24 seatan li eniyên rojhilat, başûr, li taxên Botan û Metgel, girê Miştenûr yê Kobanê ragihand. Di encamê de 67 çete hatin kuştin, 2 tirimpêl û tangek hatiye  rûxandin.


Navenda Çapemeniya YPG’ê destnîşan kir ku şer û pevçûn li hersê eniyên  Kobanê de 67 çete hatin kuştin, 2 tirimpêl û tangek hatiye  rûxandin. Daxuyaniya YPG’ê di malpera xwe ya fermî de weşandî wiha ye: “Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê hatine destpêkirin roja xwe ye 22. de dewam dikin. Komên çete li gel bombardimana giran ji sê aliyan ve êrîşî bajêr kirin. Lê belê hêzên me derbên giran li çeteyan dan.


Şerê giran li eniyên rojhilat û başûr, li taxên Botan û Megtel, li derdora Miştenûr û li bakûr-rojhilat jî li herêma Kaniya Kurdan dewam dike. Li herêma Kaniya Kurdan vê sibehê êrîşek çeteyan hatiye şikandin. Li hemû herêman şerê dijwar, sing bi sing dewam dike. Çeteyên DAIŞ'ê di heman demê de, bi tank û hin cûreyên topan navenda bajêr bombebaran dikin.


Hêzên me şevê din li hemberî çeteyên ku li pişt girê Miştenûr bi cih bûbûn êrîşek pêk anîn. Di vê êrîşê de 2 wesayit û çeteyên ku têde bûn hatin rûxandin. Hêzên me îro di saetên nîvro de jî li kuntarên Miştenûrê tankek rûxandin.


Di şerê 24 seatê dawî de qasî ku hatiye tespîtkirin 67 çete hatine kuştin.


12 hevalên me yên bi biryardarî û îradeyek mezin Kobanê parastin, bûne mînakên fedaîtiyê û şehîd bûne.”


(zt)