Baregeha çeteyan li Cezaa ket destê YPG’ê
16:21
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyakirin hêzên wan şevê din li dijî çeteyên DIAŞ’ê operasyonek pêk anîne. Di encamê de baregeha çeteyan hatiye girtin. Herî kêm 15’e çete hatin kuştin, cenazeyê 2 çeteyan di destê şervanên YPG’ê dene û gelek cebilxane hatiye deste ser kirin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê ragihand ku hêzên wan şevê din operasyonek li dijî çeteyên DIAŞ’ê pêk anîne. Di encamê de baregehên çeteyan hatine girtin. Daxuyaniya YPG’ê di malpera xwe ya fermî de weşandî wiha ye: “ Hêzên me şevê din li rojhilat û başûr-rojhilatê Cezaa'yê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê operasyonek pêk anîn. Di operasyonê de çeteyên li navbera gundên Ekreş û Sefen, her wiha yên li gundên Kenhu, Qasidiya Biçuk û Mîsterîha hatine hedef girtin. Hêzên me baregehên çeteyan kirine bin kontrola xwe û herêmê ku hatiye hedef girtin ji çeteyan paqij kirine. Hêzên me koma çete ku ji bo alîkariyê hatiye jî kir hedef û têk bir. Di vê operasyonê de herî kêm 15 çete hatin kuştin. Hêzên me wesayitek, 4 keleşnîkof, 2 roket-avêja B7, 2 BKC, bêtêlek mezin û 2 dûrbîn û gelek cebilxane û alavên leşkerî desteser kirine. Her wiha termên 2 çeteyan jî di kontrola hêzên me de ye.
Di vê çalakiyê de 3 hevalên me bi rihekî fedaî û qehremanî şer kirine û şehîd bûne.”
(zt)

