Di berxwedana Kobanê çeteyan derbek din xwar
17:30
JINHA
KOBANÊ - Çeteyên ku xwestin ji herêma Termik bi êrîşekê bikevin Kobanê rastî berxwedana tund a YPG’ê hatin. Di pevçûnê de wesayitek ligel çeteyan tê de hate îmhakirin. Di pevçûnên derdora Miştenur û rojhilat de jî tangek hate derpkirin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihana ANHA’yê ji herêmê ragihandine, çeteyên DAIŞ’ê di saetên nîvro de ji herêma Termik a li başûrê Kobanê xwestin bikevin bajar û êrîş pêk anîn. Lê hêzên YPG/YPJ’ê bersivek tund da û pevçûn derket. Di pevçûnan de tirimpêlek li gel çeteyên tê de hate îmhakirin.
Her wiha li derdora girê Miştenûr, aliyê başûr û rojhilat jî pevçûnên dijwar ên sing bi sing dom dikin. Di van pevçûnan de jî bi dehan çete hatin kuştin û tangek hate derpkirin.
(zt)
