Cenazeya şervana YPJ'ê Nûjiyan li Geverê hate definkirin

18:30

JINHA


COLEMÊRG - Şervana YPJ'ê Sevîm Atak (Nûjiyan Newal) a ku di şerê 4'ê cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê wê ji hêla hezaran kesî ve birin gundê Zêrêlê yê Geverê û li wir hat definkirin.

Cenazeyê şervana YPJ'ê Sevîm Atak (Nûjiyan Newal) piştî otopsiya li Amedê ji bo definkirinê ber bi Colemêrgê ve hate rêkirin. Cenaze ji hêla gel ve li ser Pira Şakita ve hate pêşwazîkirin û ber bi gundê Zêrêlê yê Gevera Colemêrgê ve hat rêkirin. Cenaze li gund ji hêla sedan kesî ve hat pêwazîkirin û bi berzkirina dirûşmeyan heta mala Atak meşiyan. Girse cenazeyê Nûjiyan li ser milê xwe kirin û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK, HPG, KCK û wêneyên HPG'iyan hilgirtin heta goristanê meşiyan. Piştî definkirina cenazeyê girse bi xwendina sirûda "Çerxa şoreşê" ji bo kesên ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin. 

Piştî rêzgirtinê nûnerê MEYADER'ê Cengîz Ortaç axaftine kir. Cengîz diyar kir ku di êrîşên Kobanê de hat dîtin ku dostên kurdan tune ye. Endamê PM'a DBP'ê Hamît Geylanî jî bang li hikûmeta AKP'ê ya ku çeteyên DAIŞ'ê xwedî dike kir ku destekê nede çeteyan û wiha axivî: "Desteka herî meizn AKP dide çeteyên DAIŞ'ê. Erdogan û Davutoglu dê hesabê vê yekê bidin." 

Hevserokê Meclîsa Civaka Demokratîk a Gel a Geverê Vahît Şahînoglu diyar kir ku sibe seat di 09:00'an de li ber avahiya DBP'ê kom bibin û li dijî êrîşên çeteyan çalakiyê li dar bixin.

Girse bi berzkirina dirûşmeyan ji ser goristanê veqetiyan.

(zt)