Ji leşkeran gef: Em dê hestiyên we bişkênin
19:07
JINHA
RIHA - Leşkeran êrîş li welatiyên li sînorê rojhilata ya Pirsûsê nobeta berxwedanê digirtin kirin û di seatên êvarê de jî li rojava êrîş li welatiyan kir. Leşkerên li gundê Boydê êrîş li welatiyên nobet digirtin kir gelek caran bi anonsên "Em dê hestiyên we bişkênin" gef li welatiyan xwarin.
Piştî êrîşa leşkeran a li gundên Etmanek û Mehserê vê carê ji li gundên Boydê û Dewşen êrîş pêk anîn. Leşkeran li gundê Boydê bi bombeyên gazê êrîş li welatiyên di nobetê de kir. Di êrîşê de gelek wesayîtên zirxî hatin bikaranîn û leşkeran bi anonsên "Em dê hestiyên we bişkênin" gef li welatiyan xwarin. Anonsa leşkeran di qemereyan ajansa me de cih girtin. Otobusa ayîdî Şaredariya Ebexê rastî êrîşa leşkeran hat. Ji ber bombeyên gazê hemû camên otobusê hatin şikandin. Hate hînbûn ku di encama êrîşa leşkeran de gelek kes hatin binçavkirin.
Li Dewşenê êrîşek din
Leşkeran li gundê Dewşenê yê Pirsûsê jî bi 4 wesayîtên zirxî di nava girseyê de tur avêtin. Welatiyan jî bi slogana "Bijî berxwedana Kobanê" bersiva leşkeran dan û li ser vê yekê polîsan bi bombeyên gazê êrîş li welatiyan kir.
(zt)
