Li Silêmaniyê ji bo pişgiriya Kobanê welatî daketin kolanan
20:08
JINHA
SILÊMANÎ - Welatiyên Silêmaniyê bi mebesta piştigirî dayîna berxwedana Kobanê daketin kolanan û xwepêşandan lidarxistin.
Li bajarê Silêmaniyê yê başurê Kurdistanê welatî daketin kolanan û çalakî li darxistin. Welatî gihiştin hev û xwepêşandan kirin. Xwepêşandan li bajar Silêmaniyê li kolana Salim hat li darxistin. Xwepêşanderan pankartên êrişa DAIŞ bi ser Kobanê şermezar dikin rakirin û êriş bi tundî şermezar kirin. Her wiha bang li civaka navnetewî kirin bi lez destê alîkariyê dirêjî Kobanê bike û êrişên asmanî li dijî çeteyên rêxistina terorê DAIŞ lidar bixin.
Xwepêşendaran her wiha bêdengiya civaka navdewletî rexne kirin û banga bihawara Kobanê çûn kirin.
(zt)
