Li herêma başûrê Kurdistanê gel ji bo Kobanê daketin kolanan

20:45

JINHA 


NAVENDA NÛÇEYAN  - Li gelek navend û navçeyên herêma başurê Kurdistan welatî ji bo piştevaniya şoreşa Kobanê daketin kolanan. Welatî li kolanan kombûn xwepêşandan kirin û bang li hûkûmeta herêmê kirin demek ji ya din zûtir alîkariyê bidin gelê Kobanê.


Li gelek navend û navçeyên herêma başurê Kurdistan welatî ji bo piştevaniya şoreşa Kobanê daketin kolanan. Welatiyan xwe pêşandan li darxistin û bang li hûkûmeta herêmê kirin demek ji ya din zûtir alîkariyê bidin gelê Kobanê.


Kelar


Komek rewşenbîr, rojnamevan û xwendevan li Kelarê xwe pêşandan li darxistin. Bi dehan kesên ku li Kelarê xwe pêşandan li darxistîn daxwiyaniyek ji bo çapemeniyê xwendin. Di daxwiyaniyê de hat gotin ku parastina Kobanê, parastina şeref û namûsa her kurdekêye. Herwiha bang li hûkûmeta herêma başûrê Kurdistan û parlamentoya başûrê Kurdistanê kirin ji demek ya din zûtir alîkariyê bişînin ji bo gelê Kobanê.


Ranya


Çalakiya li Ranya jî bi pêşengiya PÇDK û partiyên siyasî hat li darxistin. Gelê Ranya ji hûkumeta herêmê û parlamentoyê xwest dakû alîkariyê bidin Kobanê. Herwiha di çalakiyê de hat gotin ku êdî dema yekitiya Kurdane, ji ber ku îro Kurd bi hevre li hember çeteyên DAIŞ şer dike. 


Kerkûk


Li bajarê Kerkûkê bi sedan kes daketin ser cadê û xwe pêşandan li darxistin. Di xwe pêşandanê de bê navber sloganên “bijî berxwedana YPG-YPJ” hatin qêrîn.


Silêmanî


Li bajarê başûrê Kurdistanê Silêmaniyê jî bi sedan kes meşiyan û piştgiriya xwe ji bo gelê Kobanê anîn ziman.


(zt)