Xizmên AKP'ê gel gulebaran kirin: 2 welatî qetilkirin

21:23

JINHA


SÊRT - Li Misircê welatiyên ku ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê daketin kolana rastî êrîşa xizmên Şaredarê AKP'î Nevzat Karatay hatin. Di encama êrîşê de 2 welatî jiyana xwe ji dest dan û 13 welatî jî birîndar bûn.

Li navçeya Misircê ya Sêrtê bi hezaran welatî ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê daketin kolanan. Girseya ku li ser riya Diyarbakirê dest bi meşê kir li ber avahiya şaredariyê ve ratî êrîşa cerdevanên ku xizmên Şaredarê Misricê Nevzat Karatay bûn hatin. Di encama gulebaranê de 2 jê zarok, 3 jê bi tevahî 13 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar 4 ji wan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê û 9 kes jî rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Misircê. 
Ji birîndaran Y.Ç. (17) û Mehdî Erdogan (35) li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Birîndarê bi navê Necmettîn Çelîk ligel ku dilê wî sekinî jî li nexweşxaneyê dilê wî dîsa xebitandin. Hate ragihandin ku rewşa wî hê jî xetere ye. 

Serokê DBP'ê ya Misircê Murat Bora diyar kir ku armanca wan êrîşên çeteyan şermezar bikin bû û wiha axivî: "Piştî êrîşa polîsan xizmên Şaredarê Misricê Nevzat Karatay û malbata wî êrîş kirin. Ev êrîşa ku wan pêk aniye ji hovîtiya çeteyan jî xedartir e. Lê bila her kes vê yekê baş zanibe ku ev gel ne bêxwedî ye. Polîs û leşker êrîşa malbata Karatay temaşe kirin. wan tu tiştek nekir. Polîs û leşker wextê ku em bin mudaxale nakin."

Polîsên ku li êrîşa wan temaşe dikirin çûn li dora mala Karatay tevdîrên ewlehiyê wergirtin.

(zt)