Li Qoserê ciwanek hate qetilkirin

21:28

JINHA


MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ligel biryara "qedexeya derkevin kolanan" çalakiyan berdewam kirin û ciwanê bi navê Kerem Karaaslan (22) di encama gulebarana ji aliyê wesayîta plaqeya wê nediyar ve hate qetilkirin.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê du rojin berdewam dikin û ligel biryara Walîtiya Mêrdînê ya "qedexeya derketina kolanana" çalakiyan berdewam dikin. Di seatên êvarê de bi hezaran welatî di şanişînên malên xwe de li qoşxaneyan dan û çalakî şermezar kirin. Polîsên li navçeyê di êrîşan de kêm mayîn ji leşkeran alîkarî xwestin.

Li gundê Qûbîkê yê navçeyê jî welatiyên gund rê ji tirafîkê re girtin û wesayîta plaqeya wê nediyar welatî gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de ciwanê bi navê Kerem Karaaslan (22) jiyana xwe ji dest da.

(zt)