Jinên Tirkiyeyê dê dîrokeke nû binîvsinin

11:50

 


Leyla Ayaz/JINHA


Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan li Stenbolê konferanseke watedar li dar xist. Bi dehan jin bi nasnameya xwe ya jin tevli konferansê bûn. Ji bo jinan ziman, reng, netew û fikr ne girîng bû jinbûn terê dikir. Jinan li ber şînatiya behra Marmarayê û şînatiya biharê di nava dîwarên dîrokî de bi dirûşma ‘Jin dê di pêvajoya aştî de roleke aktîf digire’ konferansa  xwe li dar xist. Tişta herî balkêş jî salona konferansê bû. Seranserê salona konferansê pirtûk bûn û pirtûkên ku bi salan di nava refên tozgirtî de cih girtîbûn. Ev pirtûk dîroka mêran vedigot. Di nava vê dîrokî de jin nîn bûn. Lê jin cihê ku dîroka jinê nehatî nivîsandî dîrokeke nû nivîsandin.


Li cîhanê û bi taybetî jî li Tirkiyeyê statuya kurd tê nîqaşkirin. Şerê ku 30 sal in didome bandoreke neyînî li ser civakê hişt. Bi hezaran gund hatin şewitandin. Bi hezarakon kes ji ber fikr û ramanê xwe neçar ma ku axa xwe terk bikin û bere xwe bidin xeribiyê. Bi hezaran kes bi îşkenceyê re rû bi rû man û hatin girtin. Nasname û ziman hat redkirin. Wekî hemû gelên din bi taybetî jî kurd li Tirkiyeyê hatin red kirin. Ligel têkoşîna azadiya nasname û ziman pergal jî her tim hewlda ku kurdên xwe biafirîne. Çend mirov bi giştî binirxîne jî jin bêtîr di bin bandora şer û têkoşîna 30 salan de ma. Jin hem ji ber nasnameya xwe ya kurd û hem jî ji ber nasnameya xwe ya jinbûnê bi şîdet, tacîz, tecawiz û kuştinê re rû bi rû ma.  Lê her tim jin berxwedana xwe ya li hemberî zext, zordarî û înkarê domand.


Jinên kurd bi sedan car civiyan û daxwaza xwe ya azadiyê anîn ziman. Jinên kurd ne tenê ji bo jinên kurd û gelê kurd ji bo hemû gelan û jinan di nava berxwedanê de bû. Di 4’ê gulanê de jinên li Tirkiyeyê  dijîn civiyan. Xwestin deng û daxwazên xwe bikin yek. Jinan di konferansê de destnîşan kirin ku ‘Heke jin tevli pêvajoya aştiyê nebe ev aştî domdar û watedar nabe’.


Pankartên konferansê ji hêla grafîkeran vê nehatibû çêkirin.  Jin li ser kaxezin mezin bi destê xwe û bi rengên cuda daxwezên xwe li ser pankartan anîbûn ziman. Jinan bi vê helwesta xwe parastina xwe ya xwezayê jî nişandan. Ji ber ku jinan di konferansê de bandora şer a li ser xwezayî jî nîqaş kirin û gotin ku divê bi taybetî jin xwedî li xwezayê derkevin.


Jinan di konferansê de diyar kirin ku aştî bê jin nabe, edaleta civakî bi hewldana jinê pêkane. Jinan di konferansê de, li ser cerdevaniya jinan a li Colemêrg û Dêrsimê hatî destpê kirin, rewşa jinên Roboskiyê, Komîsyona Mirovên Aqilmend, di pêvojoya aştiyê de zimanê ku tê bikaranîn, hevkariya jinên li Tirkiyeyê û tecrûbeyên jinên cîhanê hat nirxandin.


Jinan destnîşan kir ku şer ji hêla mêran ve hat destpêkirin, aştî jî bi hewldan, ked û fedakariya jinê pêk tê. Nîva civakê ji jinan pêk tê, divê di vê pêvajoyê de jin rol û misyona xwe bîne cih û li ser maseya aştiyê de cih xwe bigire.  Jin dê pirsgirêka civakî û hem jî pirsgirêkên jinan çareser bike. Lê  ev  tişt bi hevkarî û yekitiya jinê pêk bê.  Di konferansê de ji bo pêvajoyê û rêbazên tevlibûna jinê hat nirxand, gelek pêşniyar hatin kirin. Ji bo xebatê gelek komîsyon hatin avakirin, jin jî bi dildarî xwe tevli komîsyonan kirin. Encama konferansê dê roja sêşemê bê aşkerakirin.


Ji bo hemû jinên ku tevli konferansê bû nêrîneke hevpar hebû ev hevdîtina jinê destpêke û dê bidome. Konferansa ku ji hêla Ji bo Aştiyê Hewldana Jinê hatî organîzekirin di vê pêvajoyê de girîng e.  Keda ku bi mehan ji bo vê konferansê hatî dayîn dê berhemên xwe jî bigire. Li gorî pêvajoyên şer pêvajoya aştiyê zor û zehmet e, lê jin dê rêwitiya xwe ya aştiyê bidomîne.


(zd)