Li Rojhilat û başurê Kobanê şer berdewame
22:44
Cotmeh
7
/ 2014
JINHA
KOBANÊ – Şervanên YPG û YPJ’ê ku li hemberî êrîşên bi tang û topan ên çeteyan bi derfetên kêm berxwedanek dîrokî nîşan didin, di saetên êvarê de li dijî çeteyan çalakî dan destpêkirin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihana ANHA’yê ji herêmê ragihandine, şervanên YPG/YPJ’ê ku nahêlin çete pêş bikevin, saet derdora 21.00’an de li rojhilat û başûrê Kobanê li dijî çeteyan çalakî dan destpêkirin. Çalakî hîn didomin.
(zt)
