Herêma Tampon temamkirina êrîşên DAIŞ'ê ye
09:34
Şêrîn Hiso/ JINHA
AMED - Bi Armanca valakirina gundên Kobanê, çeteyên DAIŞ'ê dest bi bombebarankirina gundan kir. Jina bi navê Xanim Şahîn ya ku ji ber bombeyên DAIŞ'ê ji gundê xwe derket wiha axivî: " DAIŞ dixwaze gundan vala bike, da ku artêşa tirk derbasî erdê Rojava bibe û pirojeya xwe a bi navê herêma tampon ava bike. "
Piştî ku Perlemana Tirkiyê plana ‘Herêma Tampon’ erêkir çeteyên DAIŞ'ê dest bi bombebarnkirin a gundên kobanê kir. Hewldanên valakirina gundên Kobanê, piştî biryara avakirina herêma Tampon dibe delîlekî zelal ku hikûmeta tirk û DAIŞ bi hev re tev digerin. Planên avakirina herêma tampon ya dewleta tirk, armanca temamkirina êrîşên DAIŞ’ê ye. Xanim Şahîn ya ji kobanê anî ziman ku gundê wan dihat bumbebarab kirin ji ber vê sedemê neçar man ku ji gundê xwe derkevin û derbasî bakurê Kudrdistanê bibin û wiha axifi: " Jin û zarokên me ji bo ewlehiyê derbasî bakurê Kurdistanê bûn. Mêr û ciwan jî piştî ku pişterast bûn ku me sînor derbas kir vegeriyan Kobanê û rahiştin çek da ku parastina kobanê bikin. DAIŞ dixwaze warê me vala bibe, da ku artêşa tirk derbasî erdê Rojava bibe û pirojeya xwe a bi navê herêma tampon pêk bîne. "
'Hewil didin ku şoreşa Rojava tune bikin'
Xanim destnîşan kir ku gelek hewldanên tunekirina kurdan hatiye kirin û ya herî dawî jî pirojeya herêma tampon e û wiha pê de çû: " Hêzên dagirker dixwazin şoreşa Rojava têkbibin. Xaka kobanê bi xwînê hatiye stran. Me ewqas şehîd dane, em tu çarî ji doza azadiyê venegerin. Em ji kesî natirsin, xwedê qewetê bi me û şervanên me de."
'Hebûna kurdan bi berxwedana Kobanê ve girêdayî ye'
Xanim bi lêv kir ku mirov carekê tenê dimre û kesên ku ji mirinê bitirse ew ne hêjaye ku bijî û wiha dewam kir: "Temenê me çiqas dirêj be emê rojekê bimrin, mirina bi rûmet ji jiyana bê rûmet çêtire. Heger şoreşa me bimre em ê hemû bimrin. Bi têkçûna kobanê dê encamên şoreş û serhidanên kurdan yên dîrokî tune bibin. Em dê qet qebûl nakin ku DAIŞ yan jî leşkerên tirk derbasî kobanê ya me bibe. Dixwazin ku Kobanê vala bikin piştre bi rehetî derbas bibin û Kurdistanê dagir bikin. Hêzên me YPG, YPJ, HPG û Pêşmerge dê kurdistanê ji kesê re nehêlin. Heya ku YPG û YPJ hebe em ji tu kesê û tu hêzan natirsin. Em di wê baweriyê de ne ku di demek nêz de em ê vegerin malên xwe û ser axa xwe. "
'Pilanên xwe li Rojava dubare dikin'
Gulê Bocal ya 57 salî jî diyar kir ku heya xwîn di canê kurdekê de hebe dê qebûl nekin ku ji nû ve hêzên dagirker pilanên xwe ser kurdan bidin meşandin û wiha got: " Kurdan bedelên giran dan heya giheştin vê astê. Hehya dilopek xwîn di canê me û gelên me de hebe em welatê xwe bi dest kesê ve bernadin. Kobanê heya ana bi hêza gelê xwe ser piya maye û dê heya dawî ser piya bimîne. Dixwazin dîsa gundên kurdan vala bikin lê em nahêlin tiştê ku li bakurê kurdistanê qewimî li rojavayê kurdistanê dubare bibe û dîrok jî dê bibe şahidê vê yekê."
'Kes nikare kurdan tune bike'
Jina bi navê Fatma Dundar jî anî ziman ku berxwedana kobanê sembola têkoşînê ye û wiha axifî: "Kesên ku îro hewil didin kobanê û Rojava dagir bikin heman kesin yê ku hebûna kurdan napejirînin. Dibe ku tiştên îro li Kobanê diqewime sibê li Amedê ji biqewime. Hewil didin ku kurdan ji hev qut bikin, ji bîr dikin ku kurd yekin û kes nikare kurdan tune bike. Êdî kurd bindestiyê napejirînin. Şoreşa Rojava, şoreşa serbilindiyê ye."
(sh/zt)

