Li Amedê tundiyek hişk ya qedexeya derketina kolanan heye

11:00

JINHA


AMED- Hat zanîn ku qedexeya derketina kolanan ji aliyê Walîtiya Amedê ve heya 9’ê Ctomehê saet 06.00’ê hat dirêjkirin.


Çalakiyên pirotestokirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser Kantona Kobanê di 6’ê cotmehê de despêkirin li gelek navend û navçeyan duh heya derengiya şevê berdewam dikirin. Ji ber bilindkirin û belevbûna çalakiyan lig elek navend û navçeyên weke Wan, Erdîş, navçeyên Mêrdînê yên weke Qoser, Dêrik û Nisêbînê, Amed û navçeyên girêdayî navendê yên weke Rezan, Peyas, Sur, Yenîşehîr, Bîsmîl, Farqîn, Pîran, Erxanî, Pasur lig elek cihan qedexeya derketina kolanan heye. Li gorî agahiyên ku îro ji Walîtiya Amedê hatî heya 9’ê Cotmehê saet di 06.00’an de qedexeya derketina kolanan heye. Lig elek cihên bajêr ji ber qedexeya derketina kolanan leşker hatine bicîh kirin. Li gel vê jî lig elek cihan wesayîtên zirxî bicîh kirine û di wesayîtan de jî her deqe anansa qedexeya derketina kolanan heya sibê saet 06.00’an berdewame.    


 (zt)