Ji YPG’ê li 11 noqteyan çalakiyên bi bandor
11:46
JINHA
KOBANÊ – Di çalakiyên YPG’ê yên ku şevê din li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatin pêkanîn de, derbeyên giran li çeteyan hatin xistin. Di şer û pevçûnên ku li 11 cihên cuda pêk hatin de, bi dehan çete hatin kuştin, gelek wesayît û doçka hatin rûxandin û cebilxane hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê şervanên YPG’ê şevêdin li 2 cihên cuda yên mentiqeya Miştenûrê, li 3 cihên cuda yên aliyê rojava, li 5 cihên cuda yên aliyê rojhilat û li aliyê başûr ê Kobanê bi giştî li 11 noqeteyên cuda çalakî li dar xistin.
Li aliyê rojhilatê li girê Miştenûrê şevê din şer derketin. Di encama şer de 7 çete hatin kuştin. Wesayîtek çeteyan ku wekî takviye dihat cihê pevçûnê jî ket kemîna şervanên YPG’ê. Di encama kemînê de wesayît hate rûxandin û 2 çete hatin kuştin. Li cihekî din ê Miştenûrê jî di encam pevçûnê de 6 çete hatin kuştin.
Piştî van pevçûnan çeteyan ji gelek noqteyên Miştenûrê êrîş kirin, lê ev êrîş ji aliyê YPG’ê ve hatin şikandin û gelek çete hatin kuştin. Derbarê encamên van pevçûnan de agahî nehatin bidestxistin.
Li aliyê rojavayê Kobanê jî komek çeteyan di avahiyekê de hatin dorpêçkirin. Di çalakiyê de 30 çete hatin kuştin. Li noqteyek din a aliyê rojava jî wesayîtek ku çeka doçka ya 23 li ser bû hate rûxandin. Di çalakiyek din a rojava de çete neçar man ku birevin. Di vê çalakiyê de 2 roket avêj a RPG û 3 roketên wê hatin desteserkirin.
Li başûrê Kobanê jî li hemberî çeteyên ku li nexweşxaneya li ser riya Helebê bicih bibûn çalakî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de 35 çete hatin kuştin. Pevçûnên li vê herêmê hîn jî dom dikin.
Li aliyê rojhilat ê bajar jî li 3 cihên cuda şer û pevçûn derketin. Hate gotin ku li noqeteyekê 5, li yekê 8 û li ya din jî 12 bi giştî 25 çete hatine kuştin. Her wiha li rojhilat 2 çalakiyên cuda hatin lidarxistin û di van çalakiyan de jî li cihekî 2 çete hatin kuştin, li ya din jî wesayîtek leşkerî hate rûxandin.
Hate ragihandin ku li hersê eniyan jî şer û pevçûn didomin.
(zt)

