Berxwedana Kobanê ya li ser sînor bênavber didome
11:57
JINHA
RIHA - Berxwedana Kobanê ya li ser sînor bê navber berhdewam dike û pêl bi pêl belav dibe. Ji ber ku dewletên cihanê li hemberî êrîşa li ser Kobanê bêdeng in, gelê kurd hêrs bû û daketin kolanan. Bi hezaran kurdan berê xwe dan ser sînorê navbera Kobanê-Pirsûsê û 24 rojin nobeta berxwedanê ya li ser sînor digirin. Şervanên YPG/YPJ jî bi tilîliyên xwe coşê didin nobedaren li ser sinor.
Çeteyên DAIŞ'ê 24 rojin bi tanq û topên giran êrîşî Kobanê dikin û dixwazin Kobanê bi dest bixin. Lê şervanên YPG/YPJ jî bi awayekî bêhempa di ber xwe dide û şerekî dîrokî li hemberî êrîşên DAIŞ'ê dimeşîne. Şervanên YPG/YPJ li Kobanê dîrokê dinivîse. Li aliyê din ji bo piştgiriya gelê Kobanê kurd ji gelek bajaran berê xwe didin ser sînorê Pirsûs û Kobanê. Di 2 rojên dawî de li gelek bajarên Kurdistanê û welatên Ewropayê Kurd li hemberî bêdengiya welatên cîhanê daketin qadan û dengê xwe bilind kirin. Li gelek bajarên Tirkiyeyê jî kurd daketin kolanan û piştgirî dan berxwedana Kobanê. Li gel berxwedana nava kolan û taxan, berxwedana li ser sînor jî bê navber berdewam dikin. Bi hezaran welatî 30 kilometre li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê nobetê digirin. Li gundê Etmanek, Mehser, Dewşen, Bedhê, Merdisimêl, Qop, Elîzer, Siwedê, Zehwan, Boydê û gelek gundên din bi şev û roj nobetê digirin. Çalakiya li ser sînor a di 15'ê Îlonê de dest pê kir, di roja 24'an de bê navber berdewam dike. Gelê kurd ê li ser sînor çalakiyên xwe berdewam dike, piştî roja arîfê çalakiyên xwe zêde kir. Gelê kurd li gel hemû mudaxale, êrîş û zextên polîs û leşkeran li ser sînor çalakiya nobetê berdewam dike. Polîs û leşker bi bombeyên gazê, ava şit û gaza îsotan mudaxaleyî girsê dike û gel jî bi keviran bersîv dide polîsan. Kurdên ku çalakiya xwe berdewam dike ji bilî gundê Etmanekê li hemû gundên li ser sînor nobeta xwe berdewam dike.
Şerê Kobanê pêvajoyê bi teşe dike
Bi hezaran welatiyên li ser sînor, li gel hemû zor û zahmetiyan bê xweş nobetê digirin û li dijî êrîşên polîs û leşkeran di ber xwe didin. Her ku şervanên YPG'ê siloganan berz dikin û tilîliyan diqîrin, gelê kurd ê li ser sînor jî têkoşînaxwe bilind dikin. Kurdên li ser sînor nobetê digirin, destûr nadin ku çeteyên DAIŞ'ê derbasî Kobanê bibin. Şerê ku li Kobanê tê meşandin, bi çavan tê dîtin. Dema ku şervanên YPG/YPJ'ê bersîvê didin DAIŞ'ê coşa gel zêde dibe.
Hêrsa Kurdan li kolana belav bû
Piştî êrîşên çeteyan li ser Kobanê zêde bû û hêj welatên cîhanê bêdeng in, bi 10 hezaran kurd daketin kolanan û dest bi çalakiyên li kolanan kir. Hêrsa kurdan a li hemberî bêdengiya welatên cîhanê pêl bi pêl mezin dibe û 2 rojin li hemû bajaran kurd daketin kolanan. Kurdên daketin kolanan diyar kirin ku heta dawî bi Kobanê re ne û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê şermezar dikin. Dewleta Tirkiyeyê ku çalakiyên kurdan tehamul nake li 5 bajaran kolan qedexe kir û Rewşa Awarte (OHAL) îlan kir. Tanq ketin nava bajaran û bê navber helîkopter li ser bajaran difirin. Lê li gel van zextên polîs û leşkeran dîsa bi 10 hezaran kurd li kolanan in û qedexeyên dewletê dişkinin.
Li aliyê din li gundê Dewşanê yê Pursûsê jî berxwedana gel bê navber berdewam kir. Gel ji bo piştgiriyê bidin YPG'ê "Bijî Berxwedana Kobanê" diqîrin. Di nobeta gundê Dewşenê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak û gelek kesên din amade bûn. Dîsa ligel nûnerên HDP, DTK gelek hilbijêr jî tev li çalakiyê bûn.
Parlamenterê KDP'ê Amina Zikrî, YNK'ê Saîd Masifî, ji eniya Turkmen Aydın Maruf, tevgera Goran Mahmut Omer, ji Hizbi Şuiyan Ebdurrahman Faris Ebu Karwan, Yek Gurtî İslam Ebubekir Helednî, Komala İslamî Soran Omer, Nunerê Ermeniya Yerwand Nisan, ji Partiya Karkerên Rezderan Kurdistan Baper Kamla Sluman gundê Dewşenê ziyaret kir.
Li gundê Boydê jî dema DAIŞ'ê xwestin derasî sînore Kobanê bimin gel bertekên xwe anîn ziman û heta serê sibê nobet girtin. Li gundê Boydê piştî serhildana gel leşkeran İzzet Uzunyay binçav kirin û lînç kirin. Leşkeran Uzunyay lînç kirin û li nava zeviyek vala avêtin. Welatiyan Uzunyay rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê.
Şervanê YPG/YPJ bi siloganan hêz dan gel
Li Kobanê jî şervanê YPG/YPJ'ê bi siloganên xwe hêz û moral dide gel û çalakî berdewam dikin.
(zt)

