Li Amedê ser avahiya KCD’ê û gelek meclisên taxan de girtin

12:26

JINHA


AMED - Serê sibê polîsan bi ser avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de girtin û deriyê avahiyê şikênandin û ketin hundir û lêgerîn pêk anîn.

Li Amedê ji ber çalakiyên şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê şevê din ji aliyê walîtiyê ve qedexeya derketina kolanan hatibû îlankirin. Piştî îlankirina qedexeyê serê sibê saet di 07.00'an de tîmên taybet û polîsan bi ser avahiya KCD'ê de girtin û deriyê avahiya KCD'ê yê piştê şikenandin û ketin hundir. Polîsan di avahiyê de lêgerînên pêk anîn û hemû deriyên odeyan şikandin. Polîsan nêzikî nîv saetê lêgerîn pêk anîn û pişt re ji avahiyê derketin. Her wiha din ava taxê de ser gelek saziyên dinê yên weke Komeleya Welatiyên Azad ya Şêx Şamil û Komeleya Welatiyên Azad ya Korhat  de girtin. Ji ber rewşa awarte ya nava bajêr ji aliyê DBP’ê ve maseyê qirîzê yê ji huquqnasan pêk tê hat avakirin.
Operasyona di qemeraya avahiyê ya ewlehiyê de hate kişandin. Polîsan jî di lêgerînê de bi du qemereyan dîmen kişandin.

(zt)