Kobaniyên di binçavan de nayên dermankirin

12:29

JINHA


RIHA  - 160 welatiyên Kobaniyê yên di nav de rojnameger jî hene li Lîseya Fenê ya Pirsûsê di binçavan de tên girtin. Hate zanîn ku ji bo lêpirsîna Kobaniyên di çalakiya greva birçîbûnê de dê ekîbeke taybet ji Enqere bê. Hate hînbûn ku Kobaniyên di binçavan de tên girtin ên nexweş nayên dermankirin.

160 welatiyên du roje berê ji Kobanê ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê hatin Pirsûsê û di nav de rojnameger jî hene hêj di binçavan de tên girtin. Hate zanîn ku Kobaniyên li avahiya Lîseya Fenê ya Pirsûsê tên girtin li benda lêpirsînê ne. Wekîlên HDP'ê yên bi Waliyê Rihayê re pêk anîn, ji bo lêpirsînê li benda ekîba taybet a ji Enqere bên in. Li bendêne ku ekîba lêpirîn îro heya sibê bê. Çalakiya greva birçîbûnê ya Kobanên di binçavan de rastî pêkanînên nebaş û heqaretan hatin didome. Hate ragihandin ku di nava kesên hatin binçavkirin de kesên nexweş jî hene û dermankirina wan neyê kirin. Daxwaza Kobaniyan a doktor jî ji aliyê leşkeran ve bi tund rastî bersiva "Nexweşxane jî tuneye û doktor jî. Bila doktorên we bên berê xwe bidin ew" hatin. Hate angaştin ku rewşa Xezne Nebî û Kendal Faris ên di binçavan de nebaş in.

Kobaniyên du rojin tu agahî nedan wan bi armanca bertekan nîşanî vê yekê bidin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Ji 223 kesên di binçavan de dihatin girtin lêpirsîna kesên temenê wan mezin hatin kirin û serbest berdan û niha nêzî 160 kesan di binçavan de ne. Di nav dibinçavan de gelek rojnameger jî hene.

(zt)