Li gorî Midûrê polîsan ê Amêdê 8 kesan jiyana xwe ji dest da
12:40
JINHA
AMED - Midûrê polîsan ê Amêdê Halîs Bogurcu derbarê pevçûnên ku du roj in li Amdê tên jiyîn daxuyanî da û diyar kir ku di pevçûnan de 5 endamên Partiya Hur Davayê bi giştî 8 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.
Ji bo şermezarkirina êrîşên çeyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê û bi armanca piştgiriya berxwedana Kobanê 2 roj in bi giştî bajar de çalakî hatin lidarxistin û pevçûn derketin. Piştî pevçûnan Midûrê polîsan ê Amêdê Halîs Bogurcu daxuyaniyek nivîskî weşand. Halîs, diyar kir ku di pevçûnan de 8 welatiyan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî agahiyên hatine destê wan, kesên ku jiyana xwe ji dest dane 5 ji wan endamên Partiya Hur Davayê ne. Halîs, ragihand ku nasnameyên 3'ê welatiyên din jî hatine tespîtkirin.
(zt)
