YPG’ê berxwedana Kobanê mezin kir: 89 çete hatin kuştin

12:52

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê şer û pevçûnên 24 saetaên dawî yên hersê eniyên Kobanê de daxuyaniyek weşand. Di encamê şer û pevçûnên şevê din de 89 çete hatin kuştin û gelek herêman pêşdeçûnên çeteyan hat rawestandin.


Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê encama şer û pevçûnên şevê din li hersê eniyên Kobanê rûdayin eşkere kir. Daxuyaniya ku YPG’ê di malpere xwe ya fermî de weşandîj wiha ye: “Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê hatine destpêkirin di roja 23. jî didomin. Komên çete bi hêzên ku ji Sûrî û Iraqê anîne, bi alîkariya çek û cebilxaneyê êrîş dikin û li hemberî van êrîşan hêzên me bi îradeyek mezin, berxwedanek dîrokî didin meşandin.


Şevê din heta sibehê li eniyên başûr û rojhilat şerê dijwar sing bi sing dewam kir. Mal bi mal, li hin deveran jî bi bombeyên desta şer dewam kir û pêşveçûna çeteyan hat rawestandin. Komên çete bi tankên ku li derdora bajêr bi cihkirine û çekên giran navenda bajêr, deverên ku sivîl lê hene topbaran kirin.


Li taxên Botan, Megtel û Kaniya kurdan, her wiha li herêma Miştenûr şer dewam kir û li van herêman hêzên me çalakî jî pêk anîn;


Encamên şerê li van herêman wiha ne;


Li 3 deverên eniya rojhilat 19, di çalakiyek li vê derê de jî 2 çete hatine kuştin. Hêzên me li vê eniyê wesayitek leşkerî ya çeteyan rûxandin. Li eniya başûrrojava, li herêma Miştenûr jî şevê din li 2 deveran şer dewam kir. Li deverekê 8 û li devera din jî 5 çete hatine kuştin. Li heman eniyê şevê din 2 êrîşên çeteyan hatine şikandin û hejmara kuştî û birîndarên wan nehatine zelalkirin. Hêzên me li vê eniyê wesayitek ku cebilxane ji çeteyan re dibir rûxandin û 2 çete hatin kuştin.


Li eniya başûr jî şerê li nexweşxanê û derdorê dijwar bûye û niha jî dewam dike. Hêzên me li hin malan derbeyên mezin li çeteyan dan. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin li vê eniyê herî kêm 29 çete hatine kuştin. Li eniya Rojava jî hêzên me komek li dijî komek çeteyan ku amadekariyên êrîşan dikirin dorpêçkirin û derbeyên mezin li wan dan. Bi qasî ku hat tespîtkirin li vê derê 24 çete hatin kuştin. Hêzên me li heman eniyê li dijî hin çeperên çeteyan çalakî pêk anîn. Li vê derê çeteyan mewziyên xwe berdan û reviyan. Şervanên me dest danîn ser 2 roket-avêj a B7 û gelek roketên din. Hêzên me li vê eniyê doçkayek 23 jî rûxandin.


Di şerê şevê din de 4 şervanên me bi îrade û biryardariyek mezin pêşengiya berxwedanê kirin û şehîd bûn.”


(zt)