Tirkiye 9 zarokên kobanî tî û birçî dihêle
13:29
JINHA
RIHA - Welatiyên kobanî ji bo zext û zordariya ku rayedarên tirk li ser wan dimeşîne protesto bikin di nava wan de rojnamger jî hene dest bi greva birçîbûnê kirin. Rayedarên tirk xwarinê nadin 9 zarokan.
150 welatiyên ku ji ber êrîşên çeteyan ji taxên kêleka Kobanê hatibûn derxistin û hatin Pirsûsê bi zext û zordariya dewleta tirk re rû bi rû man. Welatiyan ji bo zextên dewletê şermezar bikin ev 2 roj in dest bi greva birçîbûnê kirine. Welatiyên ku li avahgiya Lîseya Fenê ya Pirsûsê tên girtin û di nava wan de rojnameger Mustafa Balî jî heye dest bi greeva birçîbûnê kiribûn û greva briçîbûnê hê jî didome. Rojnameger Balî diyar kir ku xwarinê nadin 9 zarokan. Balî got ku ji wan re dibêjin ku "Yan hûn ê xwarinê bixwin, yan jî em xwarinê nadin zarokan". Balî anî ziman ku her tim li ser serê wan dikin qêrîn û ew jî wan tu tiştekî fêm nakin. Balî bilêv kir ku ew ê çalakiya xwe bidomînin û banga hestyariyê li her kesî kir.
(zt)
