Ji bo şervana YPJ'ê Hêvîdar mewlûd hate dayîn

13:48

JINHA


RIHA - Ji bo şervana YPJ'ê Hêvîdar Ata ku di şerê li hemberÎ çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû li Wêranşarê mewlûd hate dayîn.

Şervana YPJ'ê Hêvîdar Ata (Bêrîtan Denîz) ku di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de şehîd ket. Ji bo Hêvîdar li taxa Emîroglu ya Wêranşara Rihayê mewlûd hate dayîn. Hevşaredarê Wêranşarê Emraullah Cîn, Hevserokê DBP'ê yê Wêranşarê Halîs Aktaş û gelek kes tevli mewlûdê bûn. Ji bo taziyê li taxê 4 kon hatin vedan û kon bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên YPG û wêneyên şervanên YPG/YPJ'ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dane hatin xemilandin. Di mewlûdê de ji bo gelê Kobanê û YPG'ê dua hatin xwendin. 

Li Wêranşarê ku ev 3 roj in bênavber çalakî lê didome. Li navçeyê ji bilî firin û dermanfiroşan hemû kepenkên dikanên girtî ne. 

(zt)