Cenazeyê Emre Demîr ji bo otopsiyê rakirin Tiba Edliya Meletiyeyê
14:02
JINHA
ÊLIH - Cenazeyê Emre Demîr ku ji aliyê endamê Partiya HUR-DAVA ve hat kuştin ji bo otopsiyê sewqî Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê kirin.
Di çalakiyan de endamên Partiya HUR-DAVA ciwanê 25 salî Emre Demir bi çekê kuştin. Cenazeyê Demîr ji bo otopsiyê şandin nexweşxaneya Êlihê û ji wir jî sewqî Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hat kirin. Hat zanîn ku piştî kar û barê otopsiyê bi dawî bibe dê teslimî malbata wî bikin.
Li aliyê din piştî biryara walî ya qedexeya kolanan bi sedan polîs û leşker li kolanan digerin û gefan li welatiyan dixwin. Welatiyên ku derketin kolanan rastî astengiyan hatin û polîsan gelek welatî binçavkirin. Li taxên Yavuz Selim û Baglarê rageşî didome. Bajar di nava liv û tevgerekê de ye.
(zt)
