Polîsan birîndarên Kobanê binçav kirin
14:07
JINHA
AMED - Polîsên Tevgera Taybet, li Navçeya Sûrê bi ser Komeleya Welatiyên Azad a Hasirli de girt û di nav de welatiyên birîndar ên Kobanê jî hebûn 40 kes binçav kirin.
Li Amedê piştî çalakiyên ji bo piştgiriya Kobanê polîsan, li Navçeya Sûrê bi ser Komeleya Welatiyên Azad a Hasirli de girt û di navde welatiyên birîndar ên Kobanê jî hebûn 40 kes binçav kir. Polîsan li navçeyên Rezan, Peyas, Sûr, Yenişehirê saet di 04.30 de bi ser avahiyên komeleyên Welatiyen Azad de girtin. Lê ji ber kes li komeleyan tune bû kes nehatin binçavkirin. Polisan piştî serdegirtinê, li komeleyan lêgerîn pêk anîn û gelek alavên komeleyê desteser kirin. Li navçeya Sûrê jî polîsan bi ser avahiya Komeleya Welatiyê Azad a taxa Hasırli de girt û zêdeyî 40 kesên ku di navde welatiyên Rojava yên birîndar jî hebûn binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin birin Nexweşxaneya Lêkolinê ya Gazî Fakulteya Tipê ya Dicleyê. Di komeleyê de 32 sivîlên birindar 3 doktorên dildar û welatiyên bi navê Ayşe Irmak, Mustafa Tosun, Davut Çaliş, Ekrem Karatay, İhsan Karatay, Mustafa Kaya hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a DEM'ê. 3 welatî jî nehatin binçavkirin
Polîsên bi ser komeleyê de girtin, her der belav kirin. Hat zanîn ku kesên hatin binçavkirin ji aliyê polîsan ve rastî lêdanê hatin. Welatiyê i navê Aziz Wari, Bozan Berkel û Kahraman Hemêhesen anî ziman ku polîsan xwestin wan jî binçav bikin, lê ji ber birînên wan giran bûn nekarîbû binçav bikin.
Welatiyê Kobanê Kahraman Hemêhesen, ku ji pişta xwe ve bi giranî birîndar bûye, anî ziman ku polîsan saet di 04.30'an de bi ser wan de girt û hevalên wan bi lêdanê binçav kirin. Hemêhesen, anî ziman ku di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê de tu ferq tune û herdu ji bo kurdan heman tiştin.
Polîsan piştî serdegirtinê bilgisayar û amûdên li komeleyê desteser kir.
(zt)
