Fermandariya YPJ’ê ya Efrînê: Em ê dojeha DAIŞ’ê çêkin

14:18

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya YPJ’ê ya Efrînê diyar kir ku ew ê bibin layîqî çalakiya yek ji fermandarên YPJ’ê ku li Kobanê li dijî çeteyan çalakiya fedayî pêk anî û destnîşan kir ku ewê dojeha DAIŞ’ê çêbikin. Fermandariya bang li hemû jinên ciwan kir ku tevlî refên YPJ’ê bibin.


Fermandariya YPJ’ê ya Efrînê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye: “Berxwedana Kobanê bêyî ku ji biryarbûna xwe tiştekî winda bike ev 24 rojin didome. Hemû cîhan li bendê bû ku Kobanê di 2-3 rojan de bikev, lê bênavber li ber xwe dide û bi vê berxwedanê ji hemû cîhanê re dibe destan.


DAIŞ’a ku ji hemû jinan re dijminahiyê dike, bi fîşeka ku jin davêje tirsiya û dê biçe dojehê jiyan dike. Îro li Kobanê di kesayeta rêheval Arîn de giyan ji azadiya Kobanê re tên fedakirin. Di serî de DAIŞ, bila tevahî hêzên cîhanê bizanibîn ku em soza layiqbûna çalakiya hevala Arîn nû dikin. Emê li hemberî rêxistineke weke DAIŞ’ê ku ji mirovahiyê nasîbê xwe negirtiye, li her cihî bi pêşxistina, parastin, rêxistinkirin û zanîna jinê, tola xwe bistînin.  Emê bi sekna jina rêxistinkirî û fedaî her cihê ku DAIŞ lê heye, veguherînin dojehê û tola jinên ku di bazaran de hatine firotin hilînin.


Em soza ku em ê dojeha DAIŞ’ê çêbikin didin rêhevala Arîn û hemû rêhevalên ku bi qehremanî li Kobanê şehîd ketine û gelê me. Em li hemberî rêhavalên bi vê berxwedanê nemir bûne û berxwedana Kobanê bi rêzdarî bejna xwe ditevînin. Em bang li hemû jinên Kurd dikin ku bi zanabûn û rêxistinî tevlî têkoşînê bibin û hemû jinên ciwan jî vedixwînin nava refên YPJ’ê.”


(zt)