Girtiyên Siyasî bi boneya piştevaniya Kobanê derneketin hevdîtinê
14:37
JINHA
AMED – Bi boneya protestokirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser Kobanê Girtiyên Girtîgeha Tîpa D ya Amedê derneketin hevdîtinê û piştevaniya çalakiyên li tevahiya Tirkiyê berlav bûne bûn.
Bi boneya protestokirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser Kantona Kobanê û piştevaniya berxwedana YPG/YPJ’ê Girtiyên Girtîgeha Tîpa D ya Amedê derneketin hevdîtinê. Girtiyên Siyasî alîkarî dan çalakiyên ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê li tevahiya navendên herêmê û tevahiya Tirkiyê belavdibin. Girtiyan helwesta AKP’ê ya li hemberî gelê kurd bi tundî protesto kirin. Girtî dem dem duruşmên weke “Bijî berxwedana Kobanê” û “Dê Kurdistan ji bo DAIŞ’ê bibe goristan” bilind kirin û bi duruşmên xwe piştevaniya çalakiyên ji bo berxwedana Kobanê bilind dibin kirin.
(zt)
