Li Sêrtê hijmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 3 kesan
14:39
JINHA
SÊRT - Li Sêrt di çalakiyên ji bo Kobanê tên li dar xistin de polîs bi çekan êrîş li gel kir û ciwanê bi navê Davut Nas qetil kirin.
Li Sêrtê bûyerên serê sibê dest pê kirin berdewam dikin û di bûyeran de polîs çekan bikartînin û ciwanê bi navê Davut Nas ê 17 salî qetil kirin. Cenazeyê Nas rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Li Sêrtê ligel qedexeya derketina kolana çalakî berdewam dikin û li tevahiya kolanên Sêrtê çalakî berdewam dikin. Di çalakiyan de guleyên rastî tên bikaranîn û ji bo kesên birîndar bibin agahî dan ambulansan lê disa jî kesên birîndar ji cihê bûyerê naderxin.
Li bajar çalakî berdewam dikin.
(zt)
