Li ber Parlementoya Herêma Kurdistanê xwepêşandan girseyî

15:02

JINHA


HEWLÊR - Li ber Parlementoya Herêma Kurdistanê ya li Hewlêre bi hezaran welatî hatin bahev û xwepêşandan li darxistin. Di xwepêşandanê de ji derveyî al û sembolên PDK’ê, al û sembolên PKK, YNK, YPG, PYD û hemû partiyên din hatine bilind kirin.


Li ber derê Parlementoya Herêma Kurdistanê ya li bajarê Hewlêr yê başurê Kurdistanê ye bi hezaran welatî hatin bahev û xwepêşandan li darxistin. Xwepêşander li pêşiya parlamentoyê kom bûn û ji wir jî ber bi avahiya Neteweyên Yekbûyî ve dimeşin. Li gor agehiyan piraniya partiyên li Herêma Kurdistan û her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî çalakiyê bûne. Di xwepêşandanê de ji derveyî al û sembolên PDK’ê, al û sembolên PKK, YNK, YPG, PYD û hemû partiyên din hatine bilind kirin. Duh 35 partî û rêxistinên li Herêma Kurdistanê biryar girtin ku li pêşiya parlamentoya Herêma Kurdistanê kom bibin û heta pêşiya avahiya NY’ê bimeşin û li wir jî daxwaznameyekê pêşkeşî berpirsên NY’ê bikin.
(zt)