Wesayîta çeteyan a bombebarkirî hate îmhakirin

15:06

JINHA


KOBANÊ – Li eniya rojhilat a Kobanê ku şer û pevçûn bi dijwarî didomin, çeteyan xwestin ku bi wesayîtek bombebarkirî êrîş bikin, lê ji aliyê şervanên YPG’ê ve hate ferqkirin û wesayit hate îmhakirin.


Nûçegihana ANHA’yê ragihand ku şer û pevçûnên li eniya rojhilatê Kobanê bi dijwarî dom dikin. Nûçegihan destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê li hemberî berxwedana dîrokî nikarin pêş bikevin, lewma jî bi wesayîtên bombebarkirî êrîş dikin. Hate gotin ku çeteyan di saetên piştî nîvro de bi wesayîtek bombebarkirî  xwestin êrîş bikin, lê ji aliyê şervanên YPG’ê ve hate ferqkirin. Wesayîta ku mudaxele hate kirin li nêzî koma çeteyan hate rûxandin û çeteyên tê de jî hatin kuştin. Lê derbarê windahiyên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.


(zt)