Kurkukî ji bo Kobanê jiyanê radiwestînin
16:09
Cotmeh
8
/ 2014
JINHA
KERKUK - Ji bo balkişandina ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Kobanê û li hemberî wan jî bêdengiya raya giştiya navnetewî sibê di navbera saet 10.00 û 11.00’an de li bajarê Kerkukê jiyan di raweste. Hemû dikan û cihên karê yên nava bajar tên girtin.
Li bajarê Kerkuk yê başurê Kurdistanê ji bo balkişandina ser êrîşên çeteyan yên ser Kantona Kobanê sibê di navbera saetên 10.00 û 11.00’an de dê din ava bajê de jiyan bê rawestandin û her der bên girtin. Girêdayî çalakiyê rêxistinên civaka sivîl yên nava bajêr daxuyaniyek nivîskî weşand û hemû welatiyên bajêr şiyar kirin.
(zt)

