Ji ber Tirkiye deriyê sînor digirin birîndar jiyana xwe ji dest didin
16:22
JINHA
KOBANÊ– Ji ber ku dewleta Tirkiyê Deriyê Sînor ê Kobanê venekir û nehişt ku birîndar bêne derbaskirin, birîndarekî jiyana xwe ji dest da, 7 jî hîn li ser sînor têne rawestandin.
Dewleta Tirkiyê ji duh ve Deriyê Sînor ê Kobanê girtiye û nahêle ku tu kes derbas bibe. Ji ber ku destur nayê dayîn, welatiyên di êrîşên çeteyan de birîndar dibin, derbasî aliyê Bakûr nayên kirin û dermankirina wan pêk nayê. Lewma jî birîndar ji ber windakirina zêde ya xwînê jiyana xwe ji dest didin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihana ANHA’yê dane, îro jî 8 birîndarên ku divê bêne dermankirin û dihat xwestin bibin Bakûrê Kurdistanê, li deriyê sînor hatin rawestandin. Ji ber ku destur nehat dayîn, birîndarekî jiyana xwe ji dest da û 6 jî hîn li ber derî têne rawestandin.
Çend roj beriya niha jî Tirkiyê deriyê sînor girtibû, ji ber vê yekê jî 4 birîndaran jiyana xwe ji dest dabû.
(zt)
