Protestovan: Alîkariya tê dayîna DAIŞ’ê sebra me nehêlaye
09:04
Zehra Dogan-Nurcan Yalçın/JINHA
AMED – Welatiyên kul i gel qedexeya derketina kolanan jî derketin û tevlî çalakiyan bûn gotin: “Tayîp Erdogan me sivik digire. Me ji ber pêvajoya çareseriyê dengê xwe nedikir. Wan jî we dizanî vîna me şikandine û her tuşt qedandine. Dewleta ku alîkariyê dide çeteyên DAIŞ’ê sebra me nehêlaye. Heger dewlet dixwaze ev çalakî bên rawestandin dê dawî li alîkariya xwe ya ji bo DAIŞ’ê bîne.”
Di serîde li Amed, hemû navendên herêmê, gelek navendên Tirkiyê û gelek deverên cîhanê gel li hermerî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Kobanê di çalakiyan denin. Lig elek navendên weke Wan, Amed, Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Erdîşê walî qedexeya daketina kolanan daye. Lê gel vê biryarê guhdarnakin û li her derê daketine kolanan û di çalakiyan denin. Li hemû kolanên Amedê çalakî berdewam dikin. Welatiyên di çalakiyan de dibêjin: “Heya ku hikumet alîkariyê binde DAIŞ’ê emê li qadan û di çalakiyan debin.”
‘Roj roja derketina kolanan û berxwedanêye’
Welatiyek yê di çalakiya protestokirinê de wiha axiv: “Ev 12 roje ji bo Kobanê em ser linganin. Di van 3’ê rojên dawiyê de her diçe sebra me namîne. Êdî duruşme û gotinan dema xwe temam kiriye. Roj roja daketina kolanan û bilindkirina berxwedanê ye. Bila dewlet jî vê bi vî awayî bizane. Sedema derxistna biriyara derneketina kolanan ji bol i Tirkiye û tevahiya cîhanê gel li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser Kobanê bêdeng bimînin.” Welatiyek yê di çalakiya protestokirinê de diyar kir ku hîna Tirkiye di aliyê DAIŞ’ê de daxuyaniyên ne samîmî dide û wiha domand: “Vegera Serokomar ya ji Emerîkayê hinceta ev 35 salin li hemberî PKK’ê şer dike û alîkariyê ji tuderan nagire nîşan da. Hem jî rêxistina PKK’ê bi ya DAIŞ’ê ya serê mirovan jêdike re yek digire. Nêzîkatiyek wiha nayê pejirandin. Nêzîkatiyên rêxistina gelê bi sed salan ser vê xakê jiyan kirî bi DAIŞ’ê re yek girtin nayê pejirandin.”
Tirkiye alîkariya DAIŞ a ku ji aliyê ABD’ê ve hatî avakirin dike
Welatiyek din yê di çalakiya protestokirinê de jî da zanîn ku DAIŞ hêza xwe ya sereke ji Tirkiyê digire û wiha berdewam kir: “Her çendî ku Emerîka DAIŞ avakiriye jî lê Tirkiye zêdetir alîkariyê dede DAIŞ’ê. Ji ber sînorê Tirkiyê yê Rojava heye. Di vê rewşê de hêza herî sereke ya alîkariya DAIŞ’ê dike Tirkiyeye.” Protestovan bang li Serokomar û Serokwezîr kir û got: “Herger dixwazin dawî li van çalakiyan bên bila biçin Îmraliyê bi Serokatiya me re hevdîtinê bikin. Nikarin bi tank û topên xwe me bixin û çalakiyên me bidin rawestandin. Em weke gelê kurd tenê gotina Rêberê xwe guhdar dikin. Dema ku bi Rêbertiya me re li hev bikin dikarin dawî li çalakiyên me bînin.”
‘Ji bo pêvajoya çareseriyê despêkê Kobanê’
Protestociyek din jî anî ziman ku êdî Kobanê bi Amedê re yeke û got: “Di despêka pêvajoya çareseriyê de em li bendêne ku despêkê Tirkiye avê bavêje. Lê em bidînin ku hikumet bi DAIŞ’ê re aliyê din yê sînor jî mudaxele dike. Ji ber wê jî heger hikumet çareseriyê dixwaze divê alîkariya dide DAIŞ’ê rawestîne û dest ji pîlanên xwe yên ser Kobanê berde. Em ji bo Kobanê ji hikumetê alîkariyê na xwazin. Hikumet van protestoyên me tênagihe yan jî naxwaze têbigihe û weke kum e bê çare dibîne. Em tenê dixwazin dewletê alîkariya dide DAIŞ’ê bide rawestandin.”
(zt)

