Sozdar Feraşîn: Berxwedaniya kobanê giyanan netewî avakir
09:57
Zinarîn Aydîn / JINHA
AMÛDÊ- Li hemberî êrîşên DAIŞ'ê nê ser Rojava berdewam dike, hêzên YPJ û YPG’ê di nava berxwedaniyek mezin de nin. Li gel ku gelek şervanên YPJ û YPG jiyana xwe ji destdane jî her çar aliyê kurdistanê jî hîn tevlîbûn bi armanca destek dayîna berxwedaniya kobanê tê çêkirin. Fermandara YPJ’ê Sozdar Feraşîn di derbarê pêvajoyê de wiha anî ziman: “ gelê kurd di zanebûna êrîşên DAIŞ’ê yên bi alîkariya hêzên navnetewî de hatî avakirin dene. Ser kurdan pîlansaziyeke qirkirinê heye û ev yek jî pir eşkere ye .”
Li hemberî êrîşên DAIŞ'ê ser Rojava berdewam dike. Hêzên Yekîneyên Parastina Jin YPJ û Yekîneyên Parastina Gel YPG jî di nava berxwedanek mezin de ne. Di şerê ser kantona Kobanê bi giranî tê meşandin de li gel ku gelek şervanên YPJ û YPG jiyana xwe ji destdane jî roj bi roj hijmara tevlîbûna nava refên YPJ û YPG’ê zêdetir dibe. Ji ber ku ji her çar aliyê kurdistanê jî tevlîbûna bi armanca alîkariya berxwedaniya Kobanê tê kirin. Fermandara YPJ Sozdar Feraşîn ji bo vê pêvajoya berxwedaniya ku hêzên YPJ û YPG li hemberî êrîşên DAIŞ’ê didin nirxandinên giring kir. Sozdar bal kişande ser pilansaziyên navnetewî û nêzîkatiya dewleta tirk ya li hember kurdan.
‘Bi van êrîşan dixwazin gelê kurd di qirkirineke nû re derbas bikin’
Fermandara YPJ Sozdar Feraşîn li ser vê pêvajoya ku gelê kurd jiyan dike ji ajansa me ya jinh yê re nirxandinên giring kir. Sozdar da zanîn ku gelê kurd ji her milî de bi êrîşan re rû bi rûne û wiha axifî: “Di êrîşên ser kantona Kobanê û tevahiya Rojava tên kirin de parçeyek ji pilansaziyên hêzên navnetewi yê ser çarenûsa gelê kurde. Bi van êrîşan dixwazin gelê kurd di qirkirinek nû re derbas bikin. Ev qirkirin çi fîzîkî be çi çandî be. Tirkiye bi xwe jî di nava vê pilanê de cî digre. Em vê yekê pir eşkere dibînin, doh jî dema ku cenazeyên DAIŞ'iyan derbas dikirin bi merasim dixwestin derbas bikin. Lê dema ku canazeyek şervanê YPG derbas kirin xwestin asteng bikin. Ji lewra gelê me yê bakur jî helwesta wan pirotesto kirin û ew jî bi ser gel de tên bi vî rengî dixwazin gelê bakur jî bê deng bikin. Lê gelê me li her derê êdî şiyar dibe .”
‘Çiqas şehadet hebe ewqas jî tevîbûna nava hêzên me hene’
Sozdar anî ziman ku li kobanê îro berxwedaniyek bi giyana netewi ya gelê kurd tê dayîn û got: “Di vê pêvajoyê de gelek şervanên YPJ û YPG şehîd ketin. Gel vê yekê bi ser bilindî pêşwazî kir. Ji ber gelê kurd di Rojava de ji bo serxistina vê şoreşê bi îsrarin û dizanin ji bo serketina azadiya gelê kurd bedel pêwîst dike. Di Kantona Cizîrê de jî li mebrûka şer çebû bi ermanca alîkariya berxwedana Kobanê tevlîbûna nava berxwedanê zêde dibe. Bi giyanek qehremanî şer pêş ket. Derbeyeke mezin li hêzên DAIŞ'ê dan û hevalên me jî şehîd ketin. Çiqase şehadet hat jiyan kirin tevlîbûna nava yekîneyên me yên leşgerî jî zêde dibin. Çi ji bakûr çi ji başûr û çi ji deverên din dibe gelek tevlîbûn çêdibin. Ev giyana netewi ya gelê kurdê hişyar dide nîşandan.”
‘Gelê kurd di Kobanê de bi giyanek netewî berxwedanê mezin dikin’
sozdar anî ziman ku gelê kurd li ku bi hêz dibin li wir êrîş têne kirin û wiha berdewam kir: “Di şoreşa gelê kurd ya Rojava de destpê kir û bi xebatên avakirina pergala xweseriya demokratîk re êrîş li ser kurdan zêdetir bû. Ji ber tirsa wan ew bû ger gelê kurd li vir serkeftinekê bi dest bixin wê li her derê bandora xwe ser kurdên li deverên di jî bikin. Hêzên desthilatdar û dagirker naxwazin gelê kurd bi ser kevin û bibin xwedî welat û civakek azad. Ji lewra ji her milî de bi êrîşên siyasî û leşgerî dixwazin vê yekê vala derxînin. Ji ber ku di aliyê siyasî de negihiştin encamê û ev yek jî ji ber zanebûna gelê kurd ya polîtîk bûye, vê carê giranî didin êrîşên leşkerî. Lê ew çiqas bixwazin êrîş bikin jî gelê kurd di Kobanê de bi giyanek berxwedanê ya netewî ji bo paşvekişandina van êrîşan bi îsrarin û teslîmiyetê qebûl nakin. Ji ber êdî dem dema azadiya gelê kurde.”
Sozdar destnîşan kir ku wek gelê kurd di pêvajoyek giring re derbas dibin, pêvajo bi şereke dijwar tê jiyan kirin û wiha got : “Pêwîste tevayî ciwanên kurdistanê tevlîbûna xwe ji berxwedaniya rojava re hîn zêdetir bikin. Êrîşên ser rojava bi ermanca ser tevayî gelê kurd tên kirin. Ji lewma pêwîste her kes li kêleka YPJ û YPG bisekinin.”
(za/zt)

