Li Amedê di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçav kirin
10:04
JINHA
AMED - Li Amedê piştî çalakiyên piştgiriya berxwedana Kobanê, vê sibê polîsan bi ser hin malan de girt. Di encama serdagirtinan de di nav de Endamê Meclîsa DBP'ê û endamên meclîsa şaredariyê jî heyî gelek kes hatin binçavkirin.
Li Amedê, ligel ku berxwedana li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê di roja xwe ya 4'emîn de didome, vê sibê di nav de yekineyên tîmên taybet jî heyî bi dehan polîsan bi ser malan de girtin. Hate diyarkirin di encama serdagirtinan de endamê Meclîsa DBP'ê Omer Onen û endamê Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê Îlyas Tekîn jî di nav de bi dehan kes hatine binçavkirin. Hate gotin ku di malan de polîsan lêgerîn pêkaniye û di destê polîsan de ji bilî van kesan lîsteyek hebûye.
Li Amedê bendê ye ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.
(zt)
