‘Aştî dê bi destê jinê û bi nêzîkatiyeke kollektîf pêk bê’
09:30
Leyla Ayaz / JINHA
STENBOL – Seroka Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê Umît Efe, da zanîn ku konferansa ku ji hêla Hewldana Jinê ya Ji bo Aştiyê hatî amadekirin dê vîn û biryarbûna jinê ya li hemberî pêvajoyê nîşan bide. Umît, got ku jin li şûna hestiyariyê dê plansaziyek derxê û xebatên xwe bide dest pê kirin, aştî dê bi destê jinê û bi nêzîkatiyeke kollektîf pêk bê.
Nirxandina jinên kurd û tirk der barê pêvajoya paşvekişandin û aştiyê didomin. Jinan destnîşan kir ku pêvajoya aştiyê di nava gelên Tirkiyeyê de dê bandorekî erenî pêk bîne. Seroka Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê Umît Efe jî derbarê pêvajo û xebatên jinan de nêrînên xwe JINHA’yê re parvekir.
‘Jinên Tirkiyeyê ji bo aştiyê gihiştin hev’
Seroka Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê Umît Efe, diyar kir ku konferansa ku ji hêla Hewldana Jinê ya Ji bo Aştiyê vê hatî organîzekirin girîng e û jinên Tirkiyeyê ji bo aştiyê gihiştin hev. Umît, daxuyand ku jinên têkoşer û berxwedêr li dijî şer û serdestiya mêr a dewletê kom bûn û wiha axivî: "Pêvajoya aştiyê girîng e. Ji ber ku li welatê me berhemên 30 salan ên şer hene. Gelê kurd li hemberî polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê şoreşek pêk anî.”
Umît, diyar kir ku dema mirov di çarçoveya mafên mirovan de bigire dest 30 sal in sûcên şer li vî welatî hatiye meşandin û wiha got: “ Vîna gelê kurd û rêberê Têkoşîna Azadiya Kurd Abdullah Ocalan rêbertiya pêvajoya ku niha hatî destpêkirin kir. Em wekî parêzvanên mafê mirovan pêvajoya aştiyê nêz ve dişopînin. Divê her kes di nava vê pêvajoyê de cih bigire.”
‘Divê em aştiyê biparêzin’
Umît, bal kişand ser mekanîzmayên çareseriyê û da zanîn ku ji bo çareseriyeke mayinde divê mekanîzmayên demokratîk lez û bez bên avakirin. Umît, wiha nêrînên xwe anî ziman: “Em tecrûbeyên ku li cîhanê pêk hatî nêz ve dişopînin. Ji ber vê sedemê jî divê em aştiyê bi parêzin em hîn tedbîran bigirin.” Umît Efe, daxuyand ku aştî nayê wateya ku efû kirine û mirov nikare peyvek bi vî rengî bikar bîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Di rastiya xwe de aştî tê wateya aştiyeke civakî û daxwazeke kollektîf. Gelê kurd û hin derdorên muxalîf aştiyê dixwazin û diparêzin. Divê civak bizane ku aştî daxwaza hemû kesane û meşrû ye. Divê civak di pêvajoya aştiyê de yek bi yek bê îknakirin.”
‘Mekanîzmayên demokratik hewceye’
Umît, bal kişand ser mekanîzmayên ku bê afirandin û da zanîn ku heta niha li vî welatî mekanîzmayeke demokratîk nehat afirandin. Umît, wiha got: “Mekanîzmaya ku mafên mirovan diparêze û azadiyê esas digire nehatiye afirandin. Her tim rêbazên faşîzan, monolatîk û nêrîn yekparêziyê hatiye pratîzekirin. Aştî tê wateya pêşerojê û pêşeroja gelê kurd . Di serî de divê mekanîzmayên ku ji rastiyan re rû bi rû bimînin bê afirandin.”
‘Rola Komîteya Şopandinê girîng e’
Umît, li ser dîroka 8'ê gulanê roja vekişandina gerîlayên PKK'ê rawestiya û wiha dirêjî da axatina xwe: "Di 8'ê gulanê de dê gerîla derkevin derveyî sînorên Tirkiyeyê. Gerîlayên jin û gerîlayên zarok jî di nava van grûban de hene. Demeke dirêje gerîlayên jin ji bo azadî û pêşeroja jinan di nava têkoşînê de bûn. Ji bo derketina derveyî sînor heta niha tu ewlehî nehatiye girtin. Ji ber wê sedemê rola Komîteyên Şopandinê girîng e. Em wekî Komeleyên Mafên Mirovan ên herêmê vê pêvajoyê nêz ve bişopînin. Ji bo zirar neyê ciwanan çî destê me bê em ê bikin."
‘Divê parêzvaniya pêvajoya aştiyê bê kirin’
Umît, got ku wekî afirandina mekanîzmayên demokratîk divê mekanîzmayên edalet û vijdanê jî bê avakirin. Umît, der barê vê mijarê de ev tişt gotin: "Dema mirov tecrûbeyên cîhanê dişopîne, divê mekanîzmayên ku hatî avakirin, malbatên ku di şeran de mexdûr bûyî di nav de malbatên leşkeran heyî bifikirin divê ev kesîm bên îknakirin. Mekanîzmayên ku tên afirandin divê edalet, azadî, wekhevî û hestên vijdanî jî esas bigire. Heke kesek tenê lêgerîna edaletê bike ev tişt dê pişt re bibe îhlalkirina mafên mirovan. Ev tişt hatiye jiyin. Divê têkoşerên azadî û kedê parêzvaniya vê pêvajoyê bikin."
‘Mehmet Ağar û kujerên din’
Umît, di axaftina xwe de bal kişand ser serbet berdana Mehmet Agar û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Mehmet Ağar, bi xwe îlan kir ku li vî welatî kujerê herî mezin e. Dema mirov civak û psîkolojiya civakê esas digire, piştî demek ev kes di mekanîzmayên dewletê ya herî jor de cih digire. Ji ber ku ev kes dibêjin min ji bo welat û dewletê kujeriyê kir. Li cîhanê hemû kujêr bi vî rengî heman tiştî vedibêjin. Divê civak vê tiştî qebûl neke û bertek nîşan bide. Mehmet Agar, Hurşît Tolan, tecawizkar, tacîzkar û hwd. kesên bi vî rengî sûcên xwe îtîraf bikin. Piştre lêborîna xwe ji gel bixwazin. Efû kirin ferdî nebe. Aştiyeke mayinde tê wateya guhertina civakê. Kesên ku bi salan zilm dîti û li hemberî vê zilmê têkoşîn dane bi taybetî gelê kurd dê aştiyê bine."
‘Bi zanetî jin ji dûrê pêvajoyê hat hiştin’
Umît Efe, destnîşan kir ku dema Komîsyona Mirovên Aqilmed hat avakirin wekî Komîsyona Mêrên Aqilmed hat avakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wekî her car jin nehat dîtin. Dema jin bertek nîşan dide vê demê ji hêla serdestan ve tune tê hesibandin û rastî zext û zordariyan tên. Di nava komîsyonê de hejmara jinê gelek kêm e. Di destpêka pêvajoya aştiyê de jin tune hat hesibandin û ji dûrê pêvajoyê hat hiştin. Lê jin vê nêzîkatiyê qebûl nekir. Konferansa ku ji hêla Hewldana Jinê ya Ji bo Aştiyê hatî amadekirin dê vîn û biryarbûna jinê ya li hemberî pêvajoyê nîşan bide. Li şûna hestiyariyê dê plansaziyek derxê û xebatên xwe bide dest pê kirin. Aştî dê bi destê jinê û bi nêzîkatiyeke kollektîf pêk bê."
‘Em jibirnakin û nadin jibîrkirin’
Umît, got ku bi taybetî jinên kurd li hemberî zext û zordariyan her tim di nava serhildanan de bûn û qadên azadiyê afirandin. Umît, got ku di salona konferansê de şevreşke (hayalet) digeriya, şevreşeke aştiyê ya ku ji hêla berxwedêr û têkoşerên jin ve hatî avakirin bû. Umît, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştî konferansa ku hatî lidarxistin jin naçin malên xwe dê ji bo aştiyê xebatan bimeşînin. Divê em jin tu carî tecawizkar, tacîzkar, êrîşkar û îşkenceyên dijwar jibîrnekin û nedin jibîrkirin. Divê aştî nebe sedema ji birkirina zilm û zordariyê, divê aştî bibe li dijî zext û zordariyê. Her wiha ji bo aştiyeke mayinde û demokrasiyê divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe."
Wêne-Dîmen: Eylem DAŞ/ Leyla Ayaz/Zehra Dogan
(la/zd)

