Kamîl Taş ê yê ku li Sêrtê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
11:43
Cotmeh
9
/ 2014
JINHA
SÊRT - Welatiyê bi navê Kamîl Taş ê ku di bûyerên li Sêrtê de di encama gulebarana ji Petrola Kaymaz pêk hat de bi giranî birîndarbû li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Alan a Sêrtê bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê çalakî li dar xistin û xwediyên Petrola Kaymaz girse gulebaran kirin û welatiyên bi navê Kamîl Taş birîndarkiribû. Kamîl Taş ê ku ji zikê xwe bi guleyê birîndarbûyî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê û li wir ameliyeta bû. Kamîl serê sibê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
(zt)
