Çete êrîşî deriyê sinor dikin sivîl di xetereyê de ne

11:55

JINHA


KOBANÊ - Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê ji 3 aliyan ve bi dijwarî dom dikin. Çete ji bilî aliyê rojava, başûr û rojhilat, niha jî êrîşî Deriyê Sînor ê Kobanê dikin û dixwazin bajar bi temamî dorpêç bikin. Hate ragihandin ku sivîlên li bajar jî di xetereyê de ne.


Li gorî agahiyên ku nûçegihana ANHA'yê ji herêmê ragihandine, şer û pevçûnên di navbera şervanên YPG/YPJ'ê û çeteyên DAIŞ'ê de dijwar bûne. Nûçegihan destnîşan kir ku şer li aliyê rojava, başûr, rojhilat ev bi rojan e didome, lê îro jî çeteyan dest bi êrîşên li ser Deriyê Sînor ê Kobanê kirine.


Nûçegihan ragihand ku çete bi topan êrîşî herêma deriyê sînor dikin û dixwazin bajar bi temamî dorpêç bikin. Li gorî agahiyên ku nûçegihan ji rayedarên hikûmeta kantonê girtine, ger ku herêma deriyê sînor bê girtin, wê tekane deriyê ku ji Kobanê vedibe derve jî bê girtin û sivîlên bajar dê bi komkujiyê re rû bi rû bimînin.


(zt)