'Kobanê ji bo berjewendiyê hemû Kurdistanê têdikoşe'
12:06
JINHA
RIHA - Li Kobanê hêzên YPJ/YPG'ê li dijî êrîşên DAIŞ'ê 25 rojin şerekî dîrokî dike. Heyeta Parlamentoya Kurdistanê, ji bo çavdariyê bike û têkildarî şerê Kobanî rapor amade bike, hat ser sînor çavdêrî kir. Parlamenteran diyar kirin ku piştî rapor amade kirin dê bi raya giştî re parve bikin. Heyetê da zanin ku ji bo hêzên neteweyî û navneteweyî têxin nava hewldanan têbikoşin. Parlamenterê Partiya Karkerên Rezderan Kurdistan Baper Kamla Sluman, diyar kir ku li Kobanê şerekî dijwar tê meşandin û gelê Kobanê ji bo berjewendiyê hemû Kurdistanê têdikoşe.
Li Kobanî 25 rojin şerekî dijwar tê meşandin. Li aliyekî çeteyên DAIŞ'ê ji bo Kobanê bi dest bixin bi çekên giran êrîşî Kobanê dikin. Li aliyê din hêzên YPJ/YPG û gelê Kobanê têkoşinek dîrokî dide meşandin û şerekî mezin dike. Li mileki din jî bi hezaran kurd li ser sinorê di navbera Pirsûs û Kobanê de kom bûne û nobeta ser sînor digirin. Heyeta Parlamenterên Kurdistanê jî ji bo lêkolîn bike û raporekê amade bike hat ser sînor û çavdêrî kirin. Heyeta hat ser sînor bi welatiyên li ser sînor nobetê digire re hevdîtin pêk anîn. Di nava heyetê de endamên KDP, YNK, Eniya Turkmen, Goran, Hizbi Şuî, Yek Gurtî Îslam, Komala Îslamî, Nunerên Ermenî, Partiya Karkeren Rezderan Kurdistan amade bûn. Heyeta ku raporê amade bike dê pêşkêşî Parlamentoya Kurdistanê bikin. Têkildarî ziyaretê parlamentera KDP'î Amina Zikrî, diyar kir ku wan bi gelê Pirsûsê û nûnerên saziyên demokratîk re hevdîtin pêk anîye. Amina Zîkrî, diyar kir ku dijminên kurd xwestin kurdan bi vî şerî li hev sor bikin û bînin hemberî hev. Lê ev şerê li Kobanî yekîtiya kurdan xurttir kir. Ji Şerê Şengalê heta şerê Kobanê hestê kurdan ê neteweyî xurttir bû. Li gel hemû tiştî hevî û morale kurdan bilind e. Ev nişan dide ku dê di vî şerî de ki biser bikeve.
Heyetê di nava hewldanan de be
Amîna, da zanîn ku piştî lêkolîn û çavdêriye dê raporê amade bikin û pêşkêşî Parlamentera Kurdistanê ya Başûr bikin. Amina, da zanîn ku ew dê di vê raporê de daxwaza alîkariya mirovahiyê û çekan bikin û wiha got: "Divê di têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê de çekên herî bi bandor hebin. Em dê di nava qada neteweyî û navneteweyî de têkevin nava hewldanan û têbikoşin. Divê hêzên navneteweyî jî ji bo Koban nebe Şengala duylemîn di nava hewldanan de bin. Em dê hemû hêza xwe bikar binin û piştgiriyê bidin Kobanê."
'Ji bo Kobanê nekeve çek lazim in'
Parlamenterê YNK'ê Said Masifî jî anî ziman ku ji bo di cih de rastiyê lêkolîn bikin hatin sînor û wiha got: "Me xwest derbasî Kobanê bibin, lê destûr nedan. Bi qasî em dibînin Kobanê di nava şertê herî xirab de dijî. Çeteyên DAIŞ'ê çekên giran bikar tînin. Li hin deveran alên xwe daliqandine Em dê raporê amade bikin û pêşkêşî parlamentoya Kurdistanê û navnteweyî bikin. 3 aliyê Kobanê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye zevtkirin. Divê em endamên koalîsyonê Îngilistan û Firansayê teşwîkî êrîşa DAIŞ'ê bikin. Pêdiviya Kobanê bi çekên giran heye û divê alîkariya çekan bi Kobanê re bê kirin."
'Kobanê ji bo berjewendiyê hemû Kurdistanê têdikoşe'
Parlamenterê Partiya Karkerên Rezderan Kurdistan Baper Kamla Sluman, diyar kir ku li Kobanê şerekî dijwar tê meşandin û gelê Kobanê ji bo berjewendiyê hemû Kurdistanê têdikoşe. Sluman, da zanîn ku moralê gelê Kobanê pir bilind e û wiha got: "Em dibînin ku li Kobanê berxwedanek pir mezin heye. DAIŞ ne tenê li Rojava li Başûrê Kurdistanê jî êrîşî kurdan dike. Divê em zorê li DYA bikin ku li dijî DAIŞ'ê şerekî dijwar bimeşîne. Niha hem li Kobanê û hem jî li Bakurê Kurdistane berxwedanek mezin heye. Îro hemû kesan çalakiyên li Amed, Mêrdîn, Nisêbîn û bajarên din dît. Gelê kurd şer naxwaze, aştiyê dixwaze. Lê dagirkeran li hemberî kurdan şer dest pê kiriye û kurd ji bo mafê xwe şer dikin.
(mae)

