Li Çemçemal ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê xwepêşandan

13:05

JINHA


ÇEMÇEMAL - Li Çemçemal ciwanan çalakî li darxistin û piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana Kobanê dan nîşandan.


Li navçeya Çemçemal ya başurê Kurdistanê bi tayîbetî ciwanên navçeyê û hemû welatiyên navçeyê ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê xwepêşandan li darxistin. Piştgiriya ji bo berxwedana gelê Rojava, bi taybet ji bo kantona Kobanê herkû diçe zêde dibe. Li başûrê Kurdistanê jî hema bêje li her bajar û navçeyê gel rabûn ser piyan û piştgiriya xwe ji bo Kobanê nîşan dan. Bi heman armancê li Çemçemal bi dehan ciwan û welatiyên navçeyê xwepêşandane li darxistin. Xwepêşandan di nava bazara Çemçemal de destpê kir û bê navber dûrûşmeyên “Bijî berxwedana YPG-YPJ” hatin bilind kirin. Herwiha di xwe pêşandanê de ji hûkûmet û serokatiya herêma başûrê Kurdistanê hat xwestin ku demek ji ya din zûtir alîkariyê bidin Kobanê. Ciwanan ser hevkariya dewleta Tirkiyê ya bi çeteyên DAIŞ’ê re ala Tirkiyê şewitandin.


 


(zt)