Li Elbakê polîsan bi guleyên rastî êrîşî gel kirin

13:47

JINHA


WAN - Li Elbaqê polîsan bi guleyên rasteqîn êrîşî çalakiya gel kir. Di vê êrîşê de gelek welatî birîndar bûn û polîsan avahiya DBP'ê dorpêç kirin.

Li navçeya Elbaqa Wanê welatî ji bo şermezarkirina 'Komploya 9'ê Cotmehê' li ber avahiya DBP'ê daxuyanî da. Girseya ku ber bi navenda navçeyê dest bi meşê kir rastî êrîşa polîsan hat. Polîsan di êrîşê de guleyên rasteqîn bi kar anî û êrîşê de gelek welatî birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê.
Girseyê jî bi keviran bersiv dan polîsan. Polîsan di nava wan de nûçegihanê me Erdem Muhurci jî di nav debûn 4 rojnameger binçav kirin.

Hate ragihandin ku pevçûna li navçeyê dest pê kiriye didome.

(zt)