‘Jin dê bibin rêberên pêvajoyê’

09:51

 


Zehra Dogan/JINHA


STENBOL – Yakin Erturk, diyar kir ku heta ku edalet pêk neyê aştî jî pêk nayê. Li gorî Yakinê divê ev pêvajo bi her awayî bi edalet bê meşandin û her wiha di vê pêvajoyê de wekheviya zayendî jî esas bê girtin û divê jin tevli pêvajoyan bibin.


Hindekara Berê ya Zanîngeha Ortadogu ya Teknîkê û endama  Komîteya li Dijî îşkenceya li Girtîgehan a Ewropayê Yakin Erturk, bal kişand rol û mîsyona jinê ya di  nav pêvajoya aştiyê. Yakın nêrînên xwe ajansa me re parvekir.


‘Hikûmet naxwaze jin tevli pêvajoyê bibin’


Yakin, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecûbeyên cîhanê û tecrûbeyên jinan.  Yakin, destnîşan kir ku hikûmeta tu carî naxweze jin tevli pêvajoyê bibin. Yakin, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hikûmet naxweze jinan tevli pêvajoya ku hatî destpêkirin bike. Jin jî divê li dijî van astengiyan, platform û xebatên xwe yên bi vî rengî zêdetir bike û dengê xwe bilind bikin.”


Yakin, da zanîn ku tecrûbeyên cîhanê girîng e û wiha got: “Ez tecrûbeyên xwe ya li cîhanê dinerim, tevgerên jinan ên bi rêxistinkirî di pêvajoyên bi vî rengî de guhertinên bingehîn pêk tînin. Lê divê jinên ku niha tevli vê pêvajoyê dibin hewldanên xwe berfireh bikin.”


‘Temsîliyeta wekheviya zayendî girîng e’


Yakin, di axaftina xwe de bal kişand ser Komîsyona Mirovên Aqilmend û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Di Komîsyona Mirovên Aqilmed de hejmara jinan kêm e. Divê ji sedî 50 jin di komîsyonê de cih bigirta. Tişta herî girîng jî mêrên ku di nav komîsyonê de cih girtin dê ji bo jinan çiqas bibin bersiv. Di xala 10'emîn a makeqanûnê de wekheviya di navbera jin û mêran de guhertin hat kirin. Piştî guhertinan hikûmet diyar kir ku ‘jin û mêr wekhevin’, dewlet jî dê di vê çarçoveyê de hewl bide. Lê ev tişt pratîze nebû. Di vê çarçoveyê de divê komîsyonê de jî temsîliyeta wekheviyê zayendî bihata kirin.”


‘Rol û mîsyona Komîsyona Mirovên Aqilmend…’


Yakin, da zanîn ku tiştek heye ku heta li dijî pratîkên bi vî rengî hewldana jinan pêk neyê hikûmet dê wekî her car mijara jinê marjinal bike. Yakin, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dîsa emê qala Komîsyona Mirovên Aqilmend bikin. Divê mirov pêvajoya aştiyê bi Komîsyona Mirovên Aqilmet ve bi sînor neke. Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê girîng e. Divê mirov ji vê komîsyonê bi hêvî nebe. Ji ber ku budçeyeke taybetê ya komîsyonê nîne û nikare bi xwe biryaran bide. Bernameyeke dewletê ji bo pêvajoya aştiyê nehatiye aşkerakirin, ji bo gel dê çî bê gotin diyar nîne. Bi taybetî dewlet bi riya komîsyonê nêrînên gel digire. Komîsyona Mirovên Aqilmet dê dengê gel bighine dewletê.”


‘Hewldanên jinan girîng e’


Yakin, di axaftina xwe de bal kişand ser hewldan û xebatên jinan a ji bo pêvajoya aştiyê û destnîşan kir ku biryarên ku ji hêla Hewldana Jinan a Ji bo Aştiyê hatî grtin girîng e û dê denge xwe bighîne Komîsyona Mirovên Aqilmed. Yakin, got ku divê hejmara hewldanên bi vî rengî bê zêdekirin û bi rê, rêbaz û tecrûbeyên xwe biryarên girîng derxin û bibin rêberê pêvajoyê."


‘Heta ku edalet pêk neyê aştî jî pêk nayê’


Yakin, da zanîn ku heta ku edalet pêk neyê aştî pêk nayê. Li gorî Yakinê divê ev pêvajo bi her awayî bi edalet bê meşandin û wiha got: "Dema edalet pêk bê dê çek raweste. Ji bo edalet pêk bê jî divê rêbazên çareseriyê bê dîtin. Di vê pêvajoyê de Wekheviya zayendî jî girîng e. Divê ev mijar jî her tim di rojevê de be.”


Wêne-Dîmen: Eylem DAŞ/ Leyla Ayaz/Zehra Doğan


(la)