Li Afganîstanê 5 kesên ji sucê tecewûza komî hatibûn girtin hatin dardekirin
14:09
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Di meha tebaxê ya sala derbas bûyî de ji ber sedema tecevûz kirina çar jinan biryara dardekirina 5 kesan hatibû dayîn.
Li navçeya Pagmanê ya girêdayî paytexta Kabîlê, dema ku jin, ji dewata nasê xwe vedigerîn rastî êrîşekê hatin û di êrîşê de hatibûn tecevûz kirin. Rêxistina Civaki yê Sivîl, biryara dadgehê di cih de ne dîtine û biryarê afê ji girtiyan re xwastiye. Lê ji aliyê rayadaran ve biryara afê nehate pejrandin û li girtîgehek ya Kabîlê de pênç mahkûmê ku girtine hatin darve kirin. Bi îdaya ku girtiyek din jî bi sûcek cuda hatibu girtin ew jî tevî wan hate darve kirin.
Pir hem welatiyên Afganê jî alîgirê darvekirina wan girtîyan bûn. Serokê Afganê yê dema derbasbuyi Hamît Karzaî jî di rojên xwe yê dawî ser kar de îdam kirina tecevûzciyan îmzakiribû. Ji rayadarê dadgehê berpirsyar Atta Mûhammed Nûrî, ji Ajansa nûçeya Fransayê (AFP) re daxuyanî da û got"Biryara mahkemê bi cîh hat, ji daveya Pagmanê pênç kes hate darvekirin û pêve girêdayi çeteyek bi îdaya ku mirovan direvîne berpirsayarek bi navê Habîb Îstalifi jî hate darvekirin."
Ji serok komarê nû jî Eşref Ganî di vê mijarêde tû daxuyanî ne hate dayin.
(rt/zt)

